Tora Sûriyê ya mafên mirovan di raporteke xwe de evro aşkere kir ko dagîrkerên Rûsî bûne sedema kuştina 6686 kesan ji nav wan 908 jin û 1228 zarok, ji gava ko têwerdan kirine, û li rex rêjîma Esed rawestiyaye, ji 30.9.2015 de, da miletê Sûrî bikuje.
Torê di raporta xwe de diyar kir ko hêzên dagîrkerên Rûsî 335 komkujî pêk anîne, her weha 1083 binpêkirin dijî bargehên zindîdar û herêmên niştecihan, û ji encama bombebarana hêzên wê li gel rêjîmê û milîsên Îranî nêzîk 3.3 milyon kes li Sûriyê derbider bûne.
Torê got ku qurbaniyên êrîşên hêzên Rûsî carina bi bombebarana bêserûber û carina bi ya bi mebest û li gor semt û pêzanînên istixbaratan ketine, lewra ew wek tewanên cengê tên naskirin, û bal kêşand ser ko piştgiriya hêzên Esed di 3 êrîşên kîmawî de kirine.
Torê destnîşan kir ko rojnameya New York Times vekolînin hûrbîn amade dike, li ser êrîşên hêzên Rûsî dijî navendên sivîl, ko bûne sedema ketina qurbaniyan, û destnîşan kir ko destê Rûsya di piratîkê de di bisedan ji binpêkirinan de heye.
Torê anî ziman ko wê bingeheke agahiyan ava kriye, ji bo belgehkirina binpêkirinên ko hêzên Rûsî kirine, û got ku wê bi hêvrêzkariyê digel rojnameya New York times, tawan û binpêkirinên ko hêz û firokên Rûsî kirine li gel yên Esed li Sûriyê belgeh kirine.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî