Toreya Sûriyê ya mafên mirovan kuştina 132 sivîlan bi destê rêjîmê û hêzên Rûsî yên heyva gulana borî belgeh kirine. Û tekez kir ko tawankariyên cengê çêbûne piştî ko rêjîma Esed yasaya navdewletî ya ko mafê sivîlan di jiyanê de diparêze binpê kiriye.
Toreyê di raporta xwe de kuştina 354 sivîlan di heyva gulanê de tekez kiriye, 132 sivîl bi destê hêzên rêjîmê ji nav wan 40 zarok û 26 jin hatine kuştin, bi wê jî hejmara şehîdan ji destpêka salê ve gihaye 4166 sivîlî, li gora hejmarên toreyê 74% ji wan bi destê hêzên rêjîmê û hevalbenda wê Rûsya hatine kuştin.
Qurbanî ji parêzgehên corbicor yên Sûriyê ne, toreyê bal kişand ser ko wê nav û dem û cihên şehîdketina wan belgeh kirine, û destnîşan kir ko hêj gelek rewş hene nikarin bigehênê an belgeh bikin, di heman çaxê ko rêjîm bi mebest siyaseta zordarî û girtinê li dijî sivîlan bikar tîne, hêj bi hezaran yên bi kotekî veşirtî ne çarenîvîsa wan nediyar e hene.
Toreyê daxwaz kir ko pêrabûnên xurtir bikin piştî derketina biryara 2139 , û dosya Sûrî û heçî ko destê wî di tawankariyên cengê de heye ji wan jî rêjîma Esed û hevalbenda wê Rûsya ber bi dadgeha tawankariyên navdewletî bête şandin, û tekez kir ko ew yasayên navdewletî yên mafên mirov binpê dikin.
Û bêtir got ko nekêmî 90% ji êrîşên berfireh û yên tekane li dijî sivîlan bikar hatine, û ev yek jî gotinên Rûsya û rêjîmê ên kuştina tiroristan nerast derdixe.
Her weha Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya binpêkirinên rêjîma Esed û hevalbenda wê derheqê sivîlan pirotesto kirin, û got ku ew tawankariyên cengê ne û gerek Encûmena ewlehiyê wan ber bi dadgeha tawankariyên navdewletî ve bişîne, her weha tekez kir ko rêjîma Esed dixwaze çareserî leşkerî û xwînrêjî be, ji ber çareseriya siyasî ya ko wê tawankariyên derheqê miletê Sûrî aşkere bike, red dike.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî