Toreya Sûrî ya mafên mirovan di raporteke xwe de duhî sêşembê diyar kir ko 6964 sivîl li Sûriyê sala bûrî bi destê hêzên rêjîma Esed û milîtanên Îranî yên tirorist şehîd ketine
Toreyê di raporta ko li ser malpera xwe ya fermî belv kiriye anî ziman ku ji nav kuştiyên sivîl yên sala bûrî 1436 zarok û 923 jin in.
Toreyê di raporta xwe de got ko hêzên rêjîmê û milîtanên piştgiriya wê dikin 4162 sivîl kuştine, û hêzên Rûsî 467, û aliyên nediyar 1107, û toreyê belgeh kirine.
Toreyê di raporta xwe de diyar kir ko 478 sivîl bi Destê Desteya Tehrîr Elşam û rêkxistina Daiş hatine kuştin ,her weha hêzên hevpeymana navdewletî 417 sivîl, û hêzên PYD 285, û hêzên corbicor 48 kuştine.
Toreyê di raporta xwe ya dawî de bal kişand ser ko 976 kes li Sûriyê sala bûrî bi êşkenceyê hatine kuştin, 951 ji wan bi destê hêzên Esed in.
Toreyê daxwaz kir ko vekolînek bibe derbarê hemû rewşên mirina hindirê zindanan, û daxwaz kir ko yekser rê bête dan bo derbasbûna komîta vekolînan a navdewletî ya serbixwe, û komîta xaça sor û hemû rêkxistinên mafnasiyê ji bo derbasî wan zindanan bibin, û karên rasterast bikin ji bo hemû cûreyên êşkenceyê li zindanên Esed rawestînin.
Berê jî toreyê di raporteke xwe de daxwaz ji Encûmena ewlehiyê kiribû ko bi bizavên zêde rabin piştî derçûna biryarên hejmar 2139 û 2254 ,û got ku giring e dosya Sûrî ber bi dadgeha tawankariyên navdewletî bête şandin, û hemû aliyê tawankar ji wan jî rêjîma Rûsya bêne sizakirin, piştî ko tekez bûye destê wê di tawankariyên cengê de heye.
Toreya Sûriyê ya mafê mirovan kuştina bêtir ji deh hezar sivîlî di sala 2017ê li Sûriyê belgeh kirine, ko piraniya wan bi destê hêzên rêjîmê û Rûsya hatine kuştin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî