Friday, 06 September 2019 20:38

Raporteke Mafnasiyê: Rêjîma Esed Berpirsa Wêrankirina Piraniya Kilîseyên Sûriyê ye

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di raporeteke xwe ya roja pêncşemê de berpirsiyariya amanckirin û wêrankirina 61% ji perestgehên xiristiyanan li Sûriyê da ser milê rêjîma Esed.

Raporta bi navê ‘’ amanckirina perestgehan li Sûriyê gef e li ser paşmayên dîrokî yên cîhanî.‘’ û anî ziman ko ‘’ amanckirina perestgehên xiristiyanan cûreyek ji cûreyên tirsandin û koçberkirina pêkhateya kêmhejmar a xiristiyanî li Sûriyê ye.‘’

Raportê got ko rêjîma Esed “berpirsiyariya rasterast derbarê tiştê hate serê Sûriyê ji wêrankirin, kuştin û koçberkirinê hildigire”, û destnîşan kir ko rêjîma Esed bi mebest perestgehên xirisiyanan ên dîroka wan ji sedsala yekem û pêncem ya zayînî de ye wêran kirine.

Torê ne kêmtir ji 124 kirdeyên dijminkarî dijî perestgehan ji adara 2011ê û heta eylûla 2019ê bi operasiyonên bombebaranê pêk anîne, û hin ji wan kirine bargehên leşkerî.

Raportê diyar kir ko hêzên rêjîmê 75 bûyerên dijminkariyê dijî perestgehan pêk anîne, û rêkxistina Daiş 10 bûyer, û desteya tehrîr Eêşam 2, û aliyên nediyar 37.

Birêveberê tora Sûriyê ya mafên mirovan Fedil Ebdilxenî got: “Rêjîmê operasiyonên cûreyî di warê serkutkirin û tirsandinê de dijî kesên daxwaza guhertinê kirine ji tevaya regezan pêk anîne, bêyî ku guh bide wêrankirina pêmayên dîrokî yên Sûriyê û kêmnetewên wê û koçberkirina wan”. her weha got ku “Sûriya aram nabe eger dîmuqratî û rêzgirtina mafên mirovan lê tune be”.

Torê di raporta xwe de ji civaka navdewletî daxwaz kir ko dosya Sûrî ber bi Dadgeha Tawanên Navdewletî bişne, û yên tawan kirine dadlêpirsîn digel wan bibe, her weha daxwaz kir ko siza bêne ser rêjîmê û Îran û milîtanên biyanî û yên mezhebperest yên ko li rex rêjîmê radiwestin, û wan têkin lîsta terorê ya navdewletî.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

 

Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî Raporteke Mafnasiyê: Rêjîma Esed Berpirsa Wêrankirina Piraniya Kilîseyên Sûriyê ye