Navenda Azadiya Rojnamevaniyê got ku 22 binpêkirên dijî mediyakarên jin her ji destpêka şoreşa sûriyê ji adara 2011an ve, ji aliyê wê ve hatine bi belgekirin.
Duhî roja sêşemê ji aliyê navenda navhatî ve raportek hat belavkirin û têde rewşa karê mediyakarên jin û binpêkirinên dijî wan hatine şopandin li bin navê “mediyakarên jin li Sûriyê, ketwar û astengî”.
Di raporta navendê de çar bûyerên kuştinê û 12ên girtin û revandinê li dijî wan hatine belgekirin, tevî şeş tawanên din bi destdirêjiyê û lêdan û gefxwarin û tundutîjiyê û guvaşên bi armanca qedexekirina karê wan di warê rojnamevaniyê de.
Raportê bal kişandiye ser ku jinê wek rojnamevan û çalakvana mediyakar û xwedan roleke aktîv her ji destpêka şoreşê ve hatiye dîtin, bi rêka beşdariya wan di xwepêşandanên aştiyane de û veguhestin û rûmalîna bûyerên Sûriyê bo dezgehên ragihandinê yên xwecihî û navdewletî, bi rêka karê xwe wek wênegir û nivîskar û berdevka mediyakar.
Herwiha raportê bal kişandiye ser rola jina mediyakar li navçeyên desthilata milîtanên PYDê, ku zêdetir ji 74 binpêkirinan dijî medyakaran bi destê wan hatine kirin, 4 ji wan li dijî jinên mediyakar bûn .
Hêjayê gotinê ye ku ji aliyê Navenda Sûrî ya Azadiya Rojnamevaniyê ve raportek di heyva tîrmeha borî de hatibû belavkirin û têde 132 tawan li dijî rojnamevan û çalakvanên mediyakar li tevaya Sûriyê li mawê nîva yekê ji sala 2017an hatibûn belgekirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî