Toreyên medya civakî wêneyine guhastine ko berpirsiyarên rêjîma Esed peykerekî Hafiz Elesed li bajarê Dêra Zorê danîne û li paş peyker avaniyên bi bombebarana wa hatine wêrankirin xuya dikin.
Çalakvanan ji bajêr matmayîna xwe diyar kirine ko rêjîm û yên piştgiriya wê dikin peykerê Haviz Elesed li ser wêraniya bajêr danîne, destnîşan kirine ko ew dihêle xelkên bajêr qonaxine din ji tehliyê bijîn.
Hin alavên ragehandinê yên xwecihî gotarine pêkenok belav kirine, wek toreya Beledî ya ragehandinê ya navûnîşana raporta xwe kiriye ‘’rêjîm dibêje me dest bi avakirinê kiriye, lê xuyaye dest bi avakirina peykerên Hafiz Elesed li Dêra Zorê kiriye., her weha navenda rojnamevaniyê ya Sûrî got: ‘’peykerê Hafiz Elesed pêngava yekê ye ji dîsa-avakirina Dêra Zorê re ‘’ .
Rikberin Sûrî gotin danîna peykerê Hafiz Elesed careke din li Dêra Zorê wek ‘’Nameyekê ye ji hêla rêjîmê bo dîsa desthilatiya xwe ya ewlehiyê vegerîne. ‘’
Çend wezîrên rêjîmê roja sêşemba bûrî digel efserin artêşê û dezgehên ewlehiyê û polîsan, bi fermî peykerê Hafiz Elesed danîne, li gora dîdevaniya xelkê û hin pelgên rojnamevaniya Sûriyê.
Tête zanîn ko xwepêşinderan li bajarê Dêra zorê di rojên pêşî de ji şoreşa Sûriyê peykerê Basil Hafiz Elesed li meydana giştî 22.04.2011ê rûxandin, û hewil dan ko peykerê Hafiz Elesed li zîviranoka Sebe Behrat birûxînin lê hêzên Esed gule berdan wan di encamê de bi dehan kes birîndar bûn, û wê hişt ko rêjîm peykerê Hafiz Elesed di 07.07.2011ê hilîne ji bo ji ber destê şoreşgeran dûr bixin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê