Duh sêşembê, bi sedema bombebarana rêjîma Esed ji bajar û bajarokên gundewarê Idlibê re, 5 sivîl şehîd ketin û 35 birîndar bûne, tevlî hişyariyên navdewletî yên ji bo amancnekirina wê herêmê ya ko hejmara xelkê wê dora 3 milyon kes e, û piraniya wan koçberên kotekî ne.
Parêzgeha Idlib û gundewarê wê rastî êrîşên leşkerî yên metirsîdar hatine, û peymana kêmkirina şer ji hêla hêzên rêjîmê milîtanên Îranî yên tirorist binpê dibe, ev yek jî gefê li sivîlan dide ko pêline nû yên koçberiyê çêbibin wek çawa li Dera û berî wê taxên Şamê û Xûta û gundewarê Hums û Hemayê çêbûn.
Çalakvanên herêmê diyar kirin ko şehîdên ketine sivîl in, du jin û zarokek di nav wan de hene, her weha xwebexişkarekî berevaniya sivîl ya Sûrî li gundê Mişmişan di bombebarana asmanî de birîndar bû.
Navendên belgehkirinê yên xwecihî bal kişandin ser ko êrîşên asmanî navendên bajaran li gundewarê Idlib amanc kirine, û Hevbendiya niştimanî vê yekê wek operasiyoneke rêbazkirî dibîne, ya rêjîm bikar tîne ji bo lihevhatinên kotekî bi niştecihan re çêbike, ev yek jî dikeve nav tawankariyên cengê de.
Netewên yekgirtî demeke berê hişyarî bo metirsiya ser rewşa sê milyon kes li Idlibê dabû, eger operasiyonên leşkerî li Idlib û gundewarê wê berdewam bikin, û destnîşan kir ko wê rewş şeş caran ji ya Xûta rojhelat xerabtir be.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî