Firokên Rêjîmê mala sêwiyan li taxa Cober li Şamê bombebaran kir, û hêzên Esed operasiyona xwe li ser Xûta rojhilat berdewam dike, tevli ku agirbest heye. Û di heman çaxê ko toreyeke mafnasiyê destnîşan kiriye ko rêjîm di serê lîsteya tawankarên cengê de ye di heyva tîrmeha borî de, bi armanckirina 25 deveran.
Rûsya ragihandibû ko ew çavdêrî û dabînkirina cîbicîkirina peymana agirbestê li Xûta rojhilat li gundewarê Şamê ji 22 tîmeha borî de dike.
Çalakvanan diyar kirin ko êrîşên firokên rêjîmê li ser taxa Cober hiştin ko “mala Tewq Elhemam ” ya guhdana sêwiyan ji xizmetê derkeve, û bal kêşandine ser ko di dema bobbebaranê de ew mal vala bû û qurbanî nîn in.
Û destnîşan kirin ko bombebarana rêjîmê ji taxa Cober re bi amanca ko taxê ji Xûta rojhilat cuda bike, û hêzên wê piştî çend hewildanan li tewerê bajarokê Eyn Terma di pêşveçûnê de têkçûn.
Toreya Sûriyê ya mafê mirovan 546 bûyerên amanckirina navendên zindîdar yên sivîl ji destpêka sala 2017ê ve belgeh kirine, 52 bûyer di tîrmehê de nivîsandine, 25 ji wan bi destê rêjîmê ne.
Toreyê di raporta xwe de diyar kir ko navendên zindîdar yên ko di tîrmehê de ziyan li wan bûye, 17 navendên zindîdar yên perwerdeyê ne, 14 jêrxan, 12 navendên olî, 5 çargoşeyên niştecihan, 3 navendên bijîşkî û yek navenda zindîdar ya çandeyî ye.
Raportê diyar kir ko jêderê gefa herî mezin li ser bargehên jêrxanan li Sûriyê rêjîm e. her weha raportê tekez kir ko vekolînên ko toreyê pêkanîne tekez kirine ko tu bargehên leşkerî di wan navendan de berî an piştî êrîşan tune ne, û divê rêjîm an yên ko ew tawankarî kirine, sedemên pêkanîna wan êrîşan li pêşberî Netewên Yekbûyî û Encûmena Ewlekariyê diyar bikin.
Raportê daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê kir ko rêjîma Esed bi cîbicîkirina biryara 2139ê pabend bike, û herî kêm, amanckirina navendên zindîdar yên ko ji sivîlan re pir giring e pirotesto bike, û got: giring e qedexekirineke giştî deyne ser pirçekkirina rêjîmê, çimkî yasayên navdewletî û biryarên Encûmena Ewlekariya navdewletî binpê kirine.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans