Hejmara qurbaniyên kuştara kampa Yermûk li başûrê Şamê ya bi destê hêzên Rijêmê gihişt 16 şehîdan, hevdem ligel gazî û daxwazên xelkê taxa Yermûk yên têne bilindkirin ji bo ragihandina agirbesteke mirovî ya bilez û peydakirina kerîdorên aram bo derketina xelkên navçeyê.
Û ji aliyê dezgehên ragihandinê yên xwecihî ve hat ragihandin ku kuştar duhî li êvariya roja înê hat pêkanîn, piştî bombebarankirina penageheke kampa Yermûkê ji aliyê hêzên Esed ve, ku têde bi dehên sivîlan hebûn û herwiha jinek û du zarokên wê di nav qurbaniyan de hene.
Û çalakvanên navçeyê gotin ku êrîşên esmanî li ser navçeyê berdewam bûn û avahiyên nişteciyan û penagehên sivîlan rastî êrîşan dihatin.
Herwiha sivîlên dorpêçkirî yên başûrê Şamê di hinder taxa kampa Yermûk û herdu taxên Hecer Eleswed û Eltedemun de, gaziya civaka navdewletî kirin ji bo dabînkirina agirbesteke mirovî û peydakirina kirîdorên aram ji bo derketina xelkên dorpêçkirî.
Hêjayî gotinê ye ku girûpa “karê ji bo filistîniyên li Sûriyê” di daxuyaniyeke xwe de, hevdem ligel oparesyonên leşkerî yên hêzên rijêma Esed li heyva nîsana borî li ser kampa Yermûk mezintirîn kampa penaberên filistînê li Sûriyê, gotibû ku 45 filistînî li navçeyên cuda cuda yên Sûriyê hatine kuştin.
Herwiha ku çend nivîskar û hunermend û rewşenbîrên filistînê û Sûriyê û Erebanê ve, bangewaziyeke mirovî dabûn ji bo rizgarkirina kampa Yermûk ji hilmeta wêrankirina rêbazkirî ya kampa Yermûk li ser destê rijêma Esed û hevalbendên wê, û dîtibûn ku “hilmet tê bi armanca jinavbirina mezintirîn hejmara dîdevanên afatiya 48 bi armanca xizmeta dagîrkariya Îsraîlê”.
Û daxuyanî hatibû bi amzekirina kombûyan li ser şermezarkirina sercem “hêzên ku li kêleka Rijêmê disekinin û tawanên wê yên li dijî xelkê filistînê û Sûriyê vedişêrin, û di nav de tawana wêrankirina kampa Yermûk, di bin çi bihaneyê de be”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî