Friday, 14 September 2018 16:17

Rêjîma Esed 11 Endamên Berê yên Berevaniya Sivîl li Gundewarê Humsê Digire

Çalakvanên xwecihî tekez kirin ko hêz û dezgehên rêjîma Esed aloziyan ji jiyana xelkên ko berê bi rêkxistinên mirovî re li herêmên rizgarkirî kar kirine re derdixin, tevlî razîbûna wan bi lihevkirinên kotekî yên Rûsya çavdêriya wan dike û soz daye wan biparêze.

Çalakvanan gotin ku hêzên Esed bi turumbêlên ku şeşberên giran li ser wan bûn, duhî pênşemê, girtin ser malên endamên berê yên berevaniya sivîl û 11 endamên berê yên berevaniya sivîl ên lihevkirinên kotekî pejirandibûn girtin.

Di heman mijarê de hêzên Esed û hêzên ewlehiyê berî du rojan 2 endamên berê yên artêşa Sûrî ya azad û serokê encûmena xwecihî ya berê ya bajarê Elhare li gundewarê Dera girtin, û ev bi xwe di peymanên lihevkirinên kotekî de bûn, yên ko Rûsya çavdêriyan wan kiriye û soza parastina wan daye.

Ji hêla xwe ve Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê dibîne ko ew kiryarên derheqê wan kesên lihevhatin kirine an derheqê yên li jêr mercên lihevkirinê ne, tekez dikin ku sozên Rûsya yên derbarê garantiyan sexte ne, û dît ku ew garatî bê nirx in û ti giranî ji wan re tune ye.

Hevbendiyê destnîşan kir ko dubarekirina van kirdeyan derheqê hevrikan li herêmên lihevkirina kotekî aliyê tarî ji rola Rûsya diyar dike.

Hêzên rêjîmê operasiyonên berdewam bo girtina sivîlan li bajar û bajarokên bakurê Humsê pêk tîne, ew herêmên ko di nîveka gulana borî de kontrol kirine, bi tohmeta ko ew bi mirovên xwe yên koçkirî bakurê Sûriyê re danûstandinan dikin, an jî bi tawana ko çek veşartine.

Jêder: ofêsa ragehandin ya hevbendiya niştimanî

Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî Rêjîma Esed 11 Endamên Berê yên Berevaniya Sivîl li Gundewarê Humsê Digire