Rêjîma Esed rê li pêşiya vegera mamosteyên Der’ayê li dibistanan girt, tevlî ku rewşa mamosteyan hatibû çareserkirin li gorî rêkeftina agirbestê li Der’ayê ya bi sponseriya Rûsya.
Çalakvanên deverê îro tekez kirin ku rejîmê qebûl nekir ku mamoste vegerin ser karê xwe, bi behaneya karkirina wan li dibistanên hikûmeta demkî yan jî dibistanên ji aliyê rêxistinên herêmî û navnetewî hatibûn vekirin, di dema ku bajar û bajarokên Der’a di bin kontrola artêşa azad de bûn.
Wezareta Perwerdeyê ya rejîma Esed biryarek derxistibû derbarê nehiştina karkirina 28 mamosteyên mêr û jin li dibistanên bajar û bajarokên Bosra El-şam û Newa û Da’el û Casim û El-Şecera û El-Sanamêyn, yên ku peymanên agirbestê vê dawiyê bi darê zorê li wan hatine îmzekirin.
Ev pêgava zêdekirina fişaran li ser mamosteyên Der’ayê û nehiştina vegera wan li ser karê wan yê fêrkirina zarokên parêzgehê, berdewamiyeke ji rêbaza pêkanîna fişaran li ser sivîlan re û tirsandina wan.
Çalakvanan bal kişand ser ku tevlî dorpêçkirina aborî û dijminatiya pariyê nanê jiyana rojane ya sivîlan, hêzên ewlekariyê her demekê kampanya girtina bi ser malan de pêk tînin, bi hinceta karkirina berê bi dezgehên şoreşê re, yan jî tevlîbûna rêxistina çeteyên DAIŞ.
Hevbendiya Niştîmanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê bal kişand ku ev bûyer dupat dikin ku niyazên rejîma Esed ên veşartî hene ji bo sepandina sizayên giran li dijî dijberên xwe, û diyar kir ku kesên sivîl li Sûriyê dizanin ku rejîm pabendiyê bi soz û peymanên xwe nake.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê