Hêzên rêjîma Esed di operasiyonên xwe yên li bakurê Sûriyê gûr kirine, û çalakvanan li gundewarê Idlibê tekez kirin ko hêzên rêjîmê çekên qedexeya navdewletî bikar anîne, û herêmên sivîl yên corbicor armanc kirine û bi dehên kesan tevlî zarok û jinan şehîd ketine.
Hin çalakvanan ji Idlibê diyar kirine ko hêzên rêjîmê bazarek li bajarê Kefer Nibil li gundewarê Idlib yê başûr bi bombeyên fosforî roja pêncşemê bombebaran kirine, di encamê de 14 sivîl ji nava wana jin û zarok şehîd ketine, û bi dehan jî birîndar bûne, û hin ji wan birînên wan metirsîdar in.
Duhî gundewarê Idlibê hate bombebarankirin di encamê de zarokek li Meer Şimarîn şehîd ket û hejmarek kes li herêmên din birîndar bûne.
Her weha bi sedema bombebarana hêzên rêjîmê bi sê mûşekên teqîntund 4 sivîl li bajarê Meeret Elnuman birîndar bûne.
Û du jin birîndar bûne, yek li bajarokê Bidama nêzîk bajarokê Cisir Elşixûr bi sedema bombebarana bi çar mûşekan, û ya din li bajarê Seraqib birîndar bûye, dema taxa bakur hat amanckirin.
Çalakvanan ji gundewarê Hema gotin ku şeş kes ji encama topbarana giran û mûşekan ya hêzên rêjîmê li gundewarê Hemayê şehîd ketine, 3 ji wan ji gundê Elhewîce û şehîdek ji Elhiwêz, û yek ji Elenkawî ,û yek ji Elhwaş , û çend sivîlên din birîndar bûne.
Her weha li gundewarê Helebê çar kes şehîd ketine û hejmarek birîndar bûne bi sedema amanckirina bajarokê Xan Elesel û Elmensûre ji hêla hêzên rêjîmê ve.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê duhî operasiyonên bombebaranê yên berdewam yên hêzên rêjîmê li bakurê Sûriyê pêk tînin, digel şanda encûmena hêz û êlên Sûriyê bi serokatiya Elşêx Ramî Eldoş gotûbêj kirin.
Toreya Sûriyê ya mafên mirovan raporta xwe ya mehane derbarê binpêkirinên li welat derxistibû, têde tekez kiriye ko rêjîma Esed û hevalbendên wê di pêkanîna tawankariyên cengê de derheqê sivîlan berdewam in, û wê bi sedan rewşên kuştin û girtin û êşkenceya hovane belgeh kirine.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî