Çalkvanên Helebê tekez kirin ku hêzên ewlekariyê yên rêjîma Esed di demên dawiyê de bi dehan xortên Kurd ji bajarokên Til`eran û Tilhasil yên li başûr-rojhilatê bajarê Helebê revandine û ew birine cihekî ne diyar.
Çalekvan Mihemed Reşo ji me re ragihand ku hêzên ewlekariya esmanî bi dehan xortên Kurd ji bajarokên Til`eran û Tilhasil revandine û ew birine cihekî ne diyar. Reşo diyar kir ku kesên hatine naskirin ta niha ev in: Îbrahîm Elî Îbo, Îbrahîm Etta, Mihemed Faris, Mihêdîn Mihemed, Mihemed Xoce, Ehmed Xelîl Beşar, Qasim Cimo, Edhem Yosif, Elî Ehmed û Fêsel Qasim Kalo.
Reşo bal kişand ku bêtirî ji 150 kesî ji xelkê bajarokên Til`eran û Tilhasil ji aliyê hêzên ewlekariyê yên rêjîma Esed daxwazkirî ne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî