Emerîka berpirsiyariya derngxistina gihandina şanda lêkolînerên rêkxistina qedexekirina çekên kîmawî bo bajarê Dûma da ser milê rêjîma Esed, û ew bi dubarekirina kirdeyên xwe bo veşartina nîşanên tewanan tawanbar kir. Û tohmetbarkirina rêjêmê ji aliyê Amerçka ve hat , piştî raporên ji nava bajêr hatin ku gorên qurbaniyên êrîşa kîmawî hatine vekirin.
Wezîrê derve yê Emerîkî Cîm Matîs got: ‘’em ji derengxistina ku rêjîm feriz dike agahdar in, ew jî bi amanca ko tawankariya bombebarana kîmawî veşêre, û em awayê rêjîmê ji carên berê de dinasin, û tiştê kiribûn ji bo bikaranîna çekên kîmawî veşêrin. ‘’
Duh Ebdulrehman Mistefa serokê Hevbendiya Niştimanî got ku pêdiviya tekezkirina bikaranîna bi dehên caran ji çekên kîmawî re bi nîşan û belgeyan nîn e.
Çalakvanan ji Dûma tekezî li ser vekirina goran ji hêla hêzên rêjîmê û polîsên leşkerî yên Rûsî ve kirin, di heman dema ko dorpêçeke ewlehî li derdora cihê êrîşê li hindirê bajêr danîne.
Çalakvanan gotin ku niştecihan dîtine ko kemyonên barhilgir derbasî herêmê dibûn û derdiketin û ew nizanin ka kelax bi kûve birine?
Serokê rêkxistina berevaniya sivîl ya Sûrî, Raid Elsalih, got ku wan cihên veşartina qurbaniyên kîmawî yên êrîşa dawî ji lêkolîneran re destnîşan kirine, û salih got ku ew ditirsin cihê veşartina wan biguherin û nîşanan veşêrin.
Acansa Royters tekez kir ko tîma lêkolînerên rêkxistinê hêj derbasî Dûma nebûye, piştî ko li bajêr fîşek berdane wan. û jêderekî ji Netewên Yekgirtî li Sûriyê gotiye ku tîmeke destpêkî roja sêşemê derbasî bajêr bûye, lê pisporên rêkxistinê derbas nebûne.
Acansa “Associated Press” ya ko karîbû derbasî bajarê Dûma bibe, anî ziman ko ew digel dîdevanin ji bombebaranê rizgar bûne axivîn, wan gotin ko ew tûşî gazên kîmawî bûne, û destnîşan kir ko yên rizgar bûne newêrîbûn li pêş hêzên rêjîmê biaxivin, tenê dema ew hêz dûr diketin diaxivîn.
Roja şemiyê rêjîma Esed ket ber derbeyeke leşkerî ya navdewletî, bi sedema bikaranîna wê ji çekên kîmawî re, di encamê de çend bargehên leşkerî yên ko rêjîm wan bo çêkirina çekên kîmawî bikar tîne armanc kirin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî