Ofîsa belgekirinê li parêzgeha Dar’a ya li başûr Sûriyê, duh aşkere kir ku hêzên rejîma Esed ne tenê xort û mêran li parêzgehê binçav dikin, lê di heman demê de bêtir ji 20 jinan her ji destpêka vê mehê de binçav kirine.
Di daxuyaniyê de ji bo ajansa Smart ya medyayî, endamê ofîsa belgekirinê li parêzgehê, Mihemed El-Şeri’h got: Zêdetir ji 22 jinan, di nav wan de jinek bi zaroka xwe ve ji aliyê hêzên rejîmê hatine binçavkirin, û diyar kir ku sê jin ji dervî sînorên parêzgeha Dar’ayê hatine desteserkirin, bêyî zanîna cih û sedemên girtina wan, an jî aliyê berpirs di ber girtina wan de.
Şeri’h got ku piraniya kesên hatine desteserkirin ji aliyê şaxê ewlekariya leşkerî ve hatin binçavkirin, bi behaneya ku ew xizm û kesukarên çeteyên rêxistina DAIŞ’ê ne, yan jî xizmên şervanên artêşa azad ya Sûriyê ne, yên ligorî peymana bi Rûsya û hêzên rejîmê re, îsal di meha tîrmehê de, ji parêzgeha Idlibê derketin.
çalakvanên deverê bal kişandin ku ev binçavkirin li hemû deverên Sûriyê pêk tên, ku ji aliyê hêzên rejîma Esed hilmeteke bi serdegirtinê û girtina xortan li gundewarê Şamê û parêzgeha Humsê hat pêkanîn.
Herwiha nêzî 50 ciwanan ji bajarokên Xûta rojhilat ji aliyê hêzeke ewlekariya dewletê ji bo leşkeriya bi darê zorê hatin girtin, piştî girtina bi ser dikan û malên welatiyan de li navenda bajarê Dûmayê.
Di heman çarçoveyê de, roja duşemê di hilmetekê de 20 ciwan ji taxên bajarê Humsê, ji bo leşkeriya bi darê zorê û beşdarkirina di nava şer û pevçûnan de hatin desteserkirin.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, ji aliyê xwe ve ev kiryarên li dijî jin û sivîlan bi giştî şermzar kirin, û hişyarî da wan kesên bi sozên rejîmê hatine xapandin, û hatine neçarkirin li ser îmzekirina peymanên bi darê zorê li Dar’a û deverên din, ku ew peyman bi tenê dav bûn ji bo binçavkirin û girtina sivîlan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê / Beledi News