Firokên rêjîma Esed bi bêtir ji deh êrîşan bi paraşotên bi mûşekan barkirî dane ser bajarê Xan Şêxûn li gundewarê Idlibê, û di encamê de 7 sivîl şehîd ketin, wek serjimareke destpêkî, û bêtir ji 50 kesan birîndar bûne û hinek ji wan metirsî li ser jiyana wan heye.
Her wiha bajarê Kefer Texarîm ket ber bombebaraneke asmanî ya tund ji aliyê firokên dijminkarên Rûsî, di encamê de 6 kes şehîd ketin, her wiha bajarokê Kefer Iweyid ket ber barandina mûşekan, ji rêbendên Corîn, û di encamê de jinek û mêrek şehîd ketin.
Her wiha 5 sivîl şehîd ketin û hinên din îro birîndar bûne, ji encama bombebarana mûşekan bi ser bajarê Dûma de li gundewarê Şamê yê rojhilat, û li çend teweran li Xûta rojava, şer di navbera şoreşgeran û hêzên Esed de çêbû.
Çalakvanan gotin ku hêzên Esed bi mûşekên bi bombeyên goşî barkirî, taxên niştecihan li bajarê Dûma amanc kirin, di encamê de 5 kes şehîd ketin û çendek birîndar bûne, tîmên berevaniya sivîl ew ber bi nexweşxaneyên bajêr ve guhastin.
Her wiha di navbera şoreşgeran û hêzên Esed de, li qiraxên bajarokê Eldêr Xebiyê li gundewarê Şamê yê rojava şer derket, di encamê de şoreşgeran sê tang têk birin û çend endamên hêzên Esed kuştin û hin hêsîr kirin, di heman dema ko herêm bi top û mûşekan topbaran dibû.
Jêder: Hevbendî+Toreya Elşam