Koma Kar ya ji bo Filestîniyên Sûriyê di dawîtirîn daxuyaniya xwe de, nehêlana rêjîma Esed ji derxistina mirovên qurbaniyan ji kelaxan re ji bin wêraniyan li kampa Elyermûk ya penaberên Filestînî li Şamê pirotesto kir.
Komê di daxuyaniya xwe de got: ‘’bêtir ji heştê kelaxî hêj di bin xaniyên ko firokên rêjîmê ew wêran kirine de ne ‘’, û komê di daxuyaniya xwe de got: ‘’Kelax yên sivîlan in, û hem yên şervanên Daiş ên ko xwe li kampê veşartibûn , destnîşan kir ko piraniya kelaxên endamên rêjîmê hatine derêxistin.
Daxuyaniya komê tekez kir ko kadiroyên heyva sor ya filestînî hewil dane ko kelaxan ji jêr wêraniyê bikêşînin, lê dezgehên ewlehiya rêjîma Esed rakirina kelaxan red kirin, bi behaneya ko nasnameya qurbaniyan ne xuya ye, û mirovên wan tune ne.
Komê di daxuyaniya xwe ya ji civaka navdewletî û rêkxistinên mafên mirovan re, daxwaz kir ko fişarê bidine ser rêjîma Esed ji bo xelk kelaxên malbatên Filestînî ji bin wêraniyê rakin.
Derbarê astengiyên dezgehên ewlehiya rêjîmê ji penaberên Filestînî re, duhî komê tekez kir ko hêj rêjîm di girtina penaberê filestînî Mutez Mihemed Bekir ê 35salî berdewam e, û ew ji xelkên kampa El’aidîn ya Humsê ye, û ji 9 çileyê paşî 2013ê ve girtî ye.
Komê bal kişand ser ko gelek name û pêzanîn li ser girtiyên filestînî jê re tên, ko tev li aloziyan ew belgeh kirine, tev ko rêjîm çarenivîsa girtiyan û nav û cihên lê girtî ne xwe bêdeng dike, ko heta nuha navê 1724 girtiyên filestînî li zindanên rêjîmê ji wan jî 108 girtiyên jin belgeh kirine.
Tête destnîşankirin ko hêj koçberên filestînî li hêviya vegera malên xwe ne , piştî ko bi sedema êrîşên rêjîmê bi piştgiriya asmanî ya Rûsî koçber bûne.
Jêder: Ofêsa ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî