Birêveberiya kampa Elrikban ya li ser sînorê Sûrî-Urdinê bo dabînkirina heyberên bingehîn wek ard û şîrê zarokan ji bo niştecihên kampê bangeawaziyek da, piştî ko rêjîma Esed û milîtanên Îranî nahêlin xwarin bigehê kampê.
Birêveberiya kampê di du daxuyaniyên cuda de ko di rûpela xwe ya Facebook de belav kirine, anî ziman ko xelkên kampê alîkariyê dixwazin çimkî ev hefteyek e rêjîmê û milîtanên hevkar pêre nahêlin xwarin bo kampê derbas bibe.
Birêveberiyê got ko ‘’Rêkxistinên navdewletî guh nadin çarenivîsa zarok û jin û pîr û kalemêran‘’, bi ser ve jî bazirgan vê rewşê li kampê wek delîve dibînin.
Birêveberiya kampê daxwaz ji rêkxistinên navdewletî kir ko “Beraber tiştê li kampa Elrikban çêdibe bi berpirsiyariyên xwe rabin, ew kampa li biyabanê ye û çi dar jî lê nîn in tako penaber pelên wan bixwin”. Li gora ko di daxuyaniyê de hatiye.
Çalakvanên xwecihî ji hindirê kampê roja înê tekez kirin ko hêzên rêjîmê bi piştgiriya hêzên Rûsî di dorpêçkirina kampê de berdewam in, û nahêlin xwarin bigehê, li gor ‘’ planeke rêbazkirî bo fişarê bidin û bilez pirosêsa danûstandinê çêbibe bo kampê ji wir hilbikin.‘’
Kampa Elrikban dora 1500 malbatî lê dijî, çi fakterên jiyanê lê nîn in, û rewşa tendiristî û ya fêrkirinê nebaş e, tev ko balyoza nêtên qenc ya bi ser Netewên yekgirtî ve ya rojhelata navîn bang li aliyên navdewletî kir bo bi wan ve bên.
Jêder: Ofêsa ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî