Çekdarên bi ser rêjîma Esed ve li bajarokên Nubil û Elzehra 100 welatiyên sivîl ji xelkên Efrînê berî heftiyekê girtin, û ta niha çarenûsa wan ne diyar e li gor ku çalkvan Elî Zeyno ji me re ragihand.
Zeyno da zanîn ku çekdarên rêjîma Esed yên li bajarokên Nubil û Elzehra 100 welatiyê sivîl li ser riya Efrîn û Helabê girtine, û tekez kir ku ta niha çarenûsa wan ne diyar e û sedemên vê girtinê nakokiyên di navbera çekdarên rêjîma Esed û çekdarên PYD ê de ne li bajarê Efrînê, û balkişand ser ku sedemên nakokiyan berjewendiyên aborî ne.
Her wiha Zeyno tekez kir ku xelkên Efrînê dibin qurbaniyên siyeseta PYDê ya çewt û welatî nerazîbûna xwe didin xwiya kirin.
Tê zanîn ku çekdarên rêjîma Esed yên li bajarokên Nubil û Elzehra di her demkê de xelkên sivîl li ser riya Efrîn _ Heleb digrin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî