Hin torên media xwecihî ragihandin ku rejîma Esad biryarek derxistiye ji bo destdanîna li ser mal û milkên bi dehan şêniyên Xûta rojhilat ji ber beşdariya wan di çalakiyên şoreşa Sûriyê de.
Û hindek malperan kopiyên beryarê belav kirin ku tekest dike li ser destdanîna yedekî li ser milkên veguhêz û neveguhêz yên “137” kesan û hevjîn û zarokên wan, ku piraniya wan şêniyên bajarê Dûma ne.
Û çalakvanên mafên mirovan da zanîn ku armanc ji van biryarên neheq, ji bo bicihkirina guhertina demografîk ya sîstematîk e, ku rejîma Esed ji çend salan kar ji bo wê dike, ji bo hawrdekirina niştecîhên nû yên alîgirên rejîmê li şûna wan.
Çalakvanan diyar kirin ku di nav lîsteyê de navên serok û endamên civatên xwecihî û civaka medenî, medyayê û fermandarên berê yên Artêşa Azad ya Sûriyê hene.
Herwiha ji berî niha jî, biryarek di 3’ê Tebaxa 2018 derket ji bo destdanîna li ser mal û milkên guhêzbar û neguhêzbar yên beşeke mezin ji xebatkarên rêxistinên civaka sîvîl û hikûmeta demî li Der’a, ji bilî mal û milkên hevjîn û zarokên wan.
Ev pêgav weke paşbend bo qanûna hejmar 10 tê, ya taybet li ser diristkirina yekîneyên niştecîhên nû yan jî zêdetir di çarçoveya plana sazûmanî ya giştî ya yekîneyên îdarî de.
Û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, hejmarek ji wokşopan lidar xistin ji bo diyarkirina bandorên wê yên yasayî, û gelek gotûbêj hatin li ser pêwîstiya parastina milkiyeta niştecîhî li Sûriyê, û bal kişandin li ser giringiya ji destpêkirina projeyeke netewî ji bo parastina milkiyetê, bi taybetî piştî wêrankirina berfireh, ya ji ber bombebarana rejîmê li ser navendên bajaran û taxên niştecîhan, û standina biryar û yasayan li dijî binpêkirina mafên milkiyetê.
Hevbendiyê bal kişandibû ku stratejiya rejîmê xuyaye ji bo dizî û talankirina milkiyeta penaber û koçberên bi darê zorê, û milkên wan dane niştecîhên nû yên alîgirên xwe, û xuya kiribû ku hin raport nîşan didin li ser hebûna kiryarên veguhestina milkiyetê yên neyasayî bi rêya rejîmê, ku ev yek li gorî yasa navnetewî dikevin di çarçoveya tawanên şer de.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî