Çalakvanên xwecihî û rêkxistinên mafnasiyê tekez kirin ko bi sedema operasiyona leşkerî ya hêzên hevpeymana rêjîmê û Rûsya li ser gund û bajarokên berfireh li gundewarê Idlib û Hemayê hêj sivîl dibin qurbanî.
Toreya Sûriyê ya mafên mirovan di malpera xwe ya fermî de got ji encama bombebarana hêzên rêjîma Esed duhî duşembê, heft sivîl şehîd ketin û zarokek bi destê aliyên leşkerî yên nediyar hate kuştin.
Toreyê anî ziman ko wê şehîdbûna 169 sivîlan ji wan 39 zarok û 38 jin li herêma kêmkirina şerî bi destê hêzên rêjîma Esed û Rûsya ji 26 nîsana 2019ê heta 13ê gulana 2019ê derbarê gurkirina şerî ya dawî li parêzgeha Hema û Idlibê belge kiriye.
Toreyê roja yekşemê aşkere kir ko hêzên rêjîmê û Rûsya ne kêmî 9 mizgeftan li parêzgeha Idlib û Hemayê di hefteya pêşî de ji remezanê amanc kirine. Her weha amanckirina 24 dibistanan û 12 cihên bijîşkî heta 7ê gulana 2019ê tomar kirine.
Toreyê destnîşan kir ko navendên berevaniya sivîl û nexweşxane û perestgeh û dibistanên fêrkirinê, giringtirîn amancên firokên Rûsya û rêjîmê ne, di vê operasiyonê û yên berê de, ji bo jiyanê li herêmên têkevin ber êrîşan tune bikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwaz ji hemû dewletên cîhanê kir ko helwesteke tund bigirin derbarê dijminkariya nerewa li ser herêmên rizgarkirî, û daxwaz ji dewletên kartêker kir ko bilez tevbigerin, tako operasiyona rêjîmê û Rûsya ya li ser sivîlan rawestînin.
Gundewarê başûr yê parêzgeha Idlib û gundewarê bakur yê parêzgeha Hema tûşî operasiyoneke dijminkarî ya tund ji hêla hevpeymana rêjîmê û Rûsya bûne, di encamê de bi dehan qurbanî ketin û hêzên Esed firokên cengê û perwane bikar anîne yên ko bi bermîlên teqîner herêmên niştecihan bombebaran kirine.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî