Tora Sûriyê ya mafên mirovan di raporta xwe ya mehane ya taybet bi çavdêriya mafên mirovan li Sûriyê di heyva çirîya pêşîn de, aşkere kir ko 183 rewşên girtina nerewa ji nav wan 6 zarok û 5 jin li Sûriyê belgeh kirine, û rêjeya mezin ji wan bi destê hêzên rêjîmê pêk hatine.
Raporta torê nekêmtir ji 117 carên avêtina bermîlên teqîner ên firokên perwane û yên cengî yên bi ser rêjîmê ve bi ser parêzgeha Laziqiyê de avêtine, lê piraniya rewşên girtina nerewa li parêzgeha gundewarê Şamê bûn.
Raportê nekêmî 25 bûyerên zêdegaviyan dijî navendên zindîdar, ji wan 6 li ser dibistanan û yek li ser bargeheke bijîşkî û 3 li ser perestgehan, tomar kirine.
Li gora raporta mehane ya nû, 3 êrîşên bi bombeyên goşeyî yên heyva bûrî belgeh kirine, ko hêzên rêjîma Esed li Idlibê cîbicî kirine, û bûn sedema kuştina zarokekî û jinekê û birîndarbûna pênc sivîlan.
Raportê anî ziman ko nîşanên kom kirine diyar dikin ko êrîş li dijî sivîlan pêk hatine, û hêzên rêjîmê û yên Rûsya tawanên corbicor ji kuştina derveyî yasayê ta bi girtin û êşkencedan û veşartina kotekî pêk anîne, herweha ji ber êrîşên wê û operasiyonên bombebarana bêserûber bargeh û avahî wêran bûne.
Raportê bêtir got ko operasiyonên bombebarana bêserûber yên ko hêzên hevpeymana navdewletî û milîtanên PYD pêk tînin, binpêkirineke aşkere ye ji yasaya navdewletî ya mirovî re, û got rêkxistinên tundrew operasiyonên kuştina derveyî yasayê û operasiyonên girtina nerewa û êşkencedanê pêk tînin.
Raportê tekez kir ko hêzên rêjîmê yasaya navdewletî ya mirovînî û yasaya rewiştî û biryarên encûmena ewlehiyê bi taybetî 2139 û biryara 2042 ya derbarê berdana girtiyan û biryara 2254 bêyî lêpirsîn digel bibe binpê kirine.
Raportê ji encûmena navdewletî daxwaz kir ko pêrabûnin din bike piştî derçûna biryara 2254, û got ku giring e dosya Sûrî bo dadgeha tawanên navdewletî bê şandin, û heçê destê wan tê de heye, ji wan jî rêjîma Rûsî , piştî tekez bûye ku tawanên cengê li Sûriyê pêk anîne.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî