Toreya Sûrî ya mafên mirovan tekez kir ko rêjîma Esed û hevalbendên wê berpirsên kuştina bêtir ji 200 hezar kesî ne li Sûriyê, û bal kişand ser ko ev hejmara binpêkirinan ya herî kêm e.
Di raporteke nû de bi helkeftina nêzîkbûna bîranîna heştemîn salvegera şoreşa Sûriyê, toreyê hejmara tekûz ya qyrbaniyan û binpêkirin û destdirêjiyên ko li gora yasaya navdewletî û ya mirovî tawankariyên cengê û yên lidijî mirovîniyê ne serjimar kirine.
Toreyê diyar kir ko rêjîma Esed û hevalbendên wê Rûsya û Îran dora 205 hezar kesî ji adara sala 2011ê ve kuştine, û ew 92% ji qurbaniyên Sûriyê ne, ko hejmara wan digehê 223161 sivîlî, û got ku ji nav qurbaniyan 28486 zarok in û 15425 jin in.
Raport li ser bikaranîna çekên kîmawî axivî, û 221 êrîş bi wan çekan belgeh kirine, ji wan 216 rêjîma Esed û pêncên din rêkxistina Daiş pêk anîne.
Raportê destnîşan kir ko ne kêmtir 441 êrîşên bi çekên goşeyî hatina pêkanîn, 201 ji wan bi destê hêzên rêjîmê, û 232 bi destê hêzên Rûsî, û heş rêjîmê û Rûsan pevre pêk anîne.
Raportê 149 êrîş bi çekên sotandinê li ser herêmên niştecihan tomar kirine, ji wan 125 hêzên Rûsya, û 19 hêzên rêjîmê, û pênc hêzên hevpeymana navdewletî pêk anîne.
Her weha raportê avêtina çekên asmanî yên bi ser rêjîmê ve ji 77146 bermîlên teqîner re tomar kiriye, ji dema yekem bikaranînê di 18 tîrmeha sala 2012ê heta adara 2019.
Toreyê bal kişand ser ko 127916 kes hêj li navendên fermî û yên nefermî girtî ne, her weha 2705 kes bi destê milîtanên PYD girtî ne.
Raportê destnîşan kir ko Rêkxistina Dewlewtê ji damezirandina wê heta adara 2019ê ne kêmtir ji 8143 kesî girtine, her weha desteya Tehrîr Elşam ne kêmtir 1724 kesî heta adara 2019ê girtine.
Toreya Sûrî ya Mafên Mirovan di raporta xwe de hemû cûreyên binpêkirinan yên ko rêjîma Esed derheqê sivîlan de pêk tîne diyar kirine, wek birçîkirin û dorpêçkirina dijî hin herêmên rizgarkirî, ko nehiştiye xwarin û derman bigehêje wan deveran, û bêtir ji 921 sivîlî ji nav wan 498 zarok û 187 jinên gihayî ne hatine kuştin.
Toreyê behsa operasiyonên koçberkirina kotekî û derbideriyê kir, ko ew ji bobelatên mezin in, û destnîşan kiriye ko nêzîk 14.2 milyon kes ji adara 2011ê ve neçarî koçbûna kotekî bûne, 8 milyon kes ji wan li hindirê welat perîşan û derbider bûne, her weha 6.2 milyon bo derveyî welat penaber bûne.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî