Toreya Sûriyê ya mafên mirovan di raporteke xwe de girtina 529 kesan bi şêweyek nerewa heyva çêriya paşî ya bûrî belgeh kiriye, û bal kişand ser ko rêjîma Esed berpirs e di ber 87% ji wan girtinan de.
Raporta xuleyî ya duhî duşembê ko 7126 girtinên nerewa ji destpêka 2018ê ve heta roja amadekirina raportê nivîsandine, 368 bi destê hêzên rêjîmê, her weha 107 rewşên girtinê bi destê milîtanên PYD, û 9 rewşên girtina nerewa bi destê rêkxistina Daiş, û raportê 19 rewşên girtinê yên bi destê desteya tehrîr Elşam û 26 rewşên bi destê alayên corbocor belgeh kirine.
Rewşa girtinên nerewa li gora raportê, parêzgeha Helebê ya herî pir bû û 75 girtin lê hebûn, û destnîşan kir ko nekêmî 105 xalên lêgerînê û operasyonên girtina ser malan ko di encamê de azadiya kesane têkbirine çêbûne, û herî pir li parêzgeha Dêrezorê bûne, ko hêzên rêjîmê yên gelekî berpirs in, û di pey re milîtanên PYD tên.
Toreyê kuştina 15 kesan bi êşkenceyê li Sûriyê di heyva çêriya paşî de belge kiriye, û tekez kir ko 14 kes ji ji wan bi destê hêzên Esed hatine kuştin, jinek jî di nav wan de heye.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî