Çekên asmanî yên Rûsî digel hêzên rêjîmê berdewam in di amanckirina bi dehan bargehên bijîşkî û navendên zindîdar ji wan jî 31 navendên zindîdar yên berevaniya sivîl, di operasiyona leşkerî de ya berdewam ko herêmên kêmkirina şerî li bakurê Sûriyê amanc dike.
Toreya Sûriyê ya mafên mirovan di raporta xwe ya duhî duşembê de tekez kir ko wê 15 êrîşên rêjîmê li ser navend û alavên berevaniya sivîl li bajarê Idlib û Heleb û Hemayê belgeh kirine, her weha 16 êrîşên hêzên Rûsî li ser parêzgeha Idlib û hemayê belgeh kirine.
Raportê 396 bûyerên zêdegavî li ser navendên berevaniya sivîl li Sûriyê tomar kirine, ji wan 277 bi destê hêzên rêjîmê û 102 bi destê hêzên Rûsî û 17 bûyer bi destê aliyên din.
Raportê kuştina çar endamên berevaniya sivîl bi destê hêzên Rûsî belgeh kirine û nekêmî 22 endam birîndar bûne, ji destpêka operasiyona leşkerî ya dawî ya hêzên rêjîmê û Rûsya li ser herêmên Idlib di 26ê nîsana 2019ê.
Raportê anî ziman ko ji adara 2013ê heta tîrmeha ana kuştina 229 endamên berevaniya sivîl ji wan 159 bi destê hêzên rêjîmê û 38 bi destê hêzên Rûsî û sê bi destê rêkxistina Daiş û yek bi destê milîtanên PYD û 28 bi destê aliyin din hatine kuştin.
Raportê destnîşan kir ko nekêmî 396 bûyerên zêdegavî li ser navendên zindîdar yên bi ser berevaniya sivîl ve di heman demê de çêbûne, ji wan 227êrîş hêzên Esed û dijmikarên Rûs 102 pêk anîne.
Tore dibîne ko êrîşên bi mebest li dijî yekîniyên bijîşkî û karmendan û kesên ko nîşanên taybet bi wan ve hene ko peymanên Cinêv wan diparêzin û karmendên alîkariyên mirovî dibîne ko ev tawankariyên cengê ne û hêzên zordar yasaya navdewletî ya mafên mirovan binpê kirine.
Berê jî netewên yekgirtî û çend welat amanckirina rêjîma Esed û hevalbendên wê ji nexweşxane û tîmên bijîşkî li herêmên kêmkirina şerî li bakurê Sûriyê pirotesto kirine, tekez kirine ko giring e êrîşên leşkerî li ser Idlib û derdorên wê rawestin.
Wezareta derve ya Elmanî di daxuyaniyeke xwe de ya roja înê destnîşan kir ko êrîşên rêjîmê û hevalbendên wê ji nîsana bûrî de berdewam in, bargehên bijîşkî ko Elmanya piştgiriya wan dike amanc kirine û çendîn karmend û tîmên bijîşkî hatine kuştin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwaz ji civaka navdewletî kir ko amanckirina rêjîmê û Rûsya ji bargehên giştî û yên bijîşkî re pirotesto bike, daxwaz kir ko giring e sîstema lêpirsîn û dadweriya veguhêz aktîv bibe, hem yasaya sizayên abûrî û yasayî yên li ser rêjîmê hatine ferizkirin bihêztir bibin.
Toreyê di raporta xwe de daxwaz ji encûmena ewlehiya navdewletî kir ko pêrabûnên bêtir bike, piştî derçûna herdu biryarên 2139 û 2254ê, û giring e dosya Sûrî ber bi dadgeha tawanên navdewletî ve biçe û yên ko destê wan di tawanan de hene ji wan jî rêjîm û Rûsya dadpirsîna wan bibe.
Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî