Toreya Sûrî ya mafên mirovan raporta xwe ya mehane ya li ser binpêkirinên li welat pêk tên derxist, tê de tekez kir ko hêj rêjîma Esed û hevalbendên wê tawankariyên cengê derheqê sivîlan dikin, û rêkxistinê bi sedan rewşên girtin û kuştinê û êşkenceya hovane belgeh kirine.
Toreyê anî ziman ko di heyva adara bûrî de 334 sivîl ji nav wan 85 zarok û 63 jin hatine kuştin, û destnîşan kir ko rêjîma Esed û hêzên Rûsî berpirsiyar in di ber kuştina 154 sivîlan de.
Toreyê bêtir got ku 78 sivîl ji nav wana 24 zarok û 13 jin bi destê hêzên rêjîmê û milîtanên bi ser ve hatine kuştin, ji nav wana 13 zarok û 8 jin bi bombebarana ku dibe ya hêzên Rûsiya be, hatine kuştin.
Toreyê bal kişand ko milîtanên PYD bûn sedema kuştina 18 sivîlan ji nava wan 9 zarok û jinek, her weha 9 sivîl ji nava wan zarok û jinek bi destê hêzên hevpeymaniya navdewletî hatine kuştin.
Raportê anî ziman ko 33 sivîl ji nava wan zarokek bi destê rêkxistina Daiş hatine kuştin, û got ku 28 sivîl ji wan zarokek bi destê desteya Tehrîr Elşam hatine kuştin, û destnîşan kirin ko 119 sivîl ji nav wan 36 zarok û 40 jin bi destê aliyên nediyar hatine kuştin, her weha teqîn û mayûnên bi aliyên nediyar ve hatine spartin û rewşên fetisandin û agir jî bûne sedema qurbanîbûna sivîlan.
Raportê aşkere kir ko ji nav kesên jiyana xwe jidest dane 30 kes bi êşkenceyê ji nav wan 26 di zindanên rêjîmê û 2 di zindanên PYD de û 2 bi destê aliyên nediyar hatine kuştin, hem du ragehêner û du endamên berevaniya sivîl bi destê hêzên rêjîmê û Rûsya hatine kuştin.
Her weha toreyê ne kêmî 357 rewşên girtina nerewa ji nava wan 16 zarok û 26 jin ko 162 ji wan ketine rewşa veşartina kotekî belge kirine.
Li gora toreyê rewşa girtina nerewa wisa hatiye dabeşkirin, 263 girtin bi destê hêzên rêjîmê ji nava wan 11 zarok û 22 jin, 121 jî ketine rewşa veşartina kotekî, her weha milîtanên PYD dora 42 kes ji nava wan 3 zarok û du jin girtine.
Raporta toreyê bal kişand ser hejmara girtiyan ji destpêka vê sale de û got ku gihaye 1271 kesên girtina kotekî, û girtin di çileyê paşî yê bûrî de nekêmî 567 kesan bû, û ew hejmara herî mezin bû.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî