Rêkxistinên Sûrî yên di biwara belgehkirina binpêkirin û pirsiyarî û dadgeha veguhêz de kar dikin, daxwaznameyek ji emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî Entûn Gotirîs re şandin, der barê mîkanîzma Netewên Yekbûyî ya nû ya vekolîn û peyketina dadwerî dijî rêjîma Esed û hevalbedên wê, li ser tawanên ko di derheqê miletê Sûrî de kirine.
Rêkxistinên mafnasiyê di daxwaznameya xwe de mixabiniya xwe diyar kirin der barê nebeşdarbûna wan di daraştina taybetmendiyên mîkanîzma nû de, ya ko nûnerîtiya Netewên Yekbûyî ya mafê mirovan pê hatiye teklîfkirin, û amadebûn û dilxwestina xwe diyar kirin ji bo beşdarbûna bi hejmarek xwestek û temîniyan, ji bo daraştina taybetmendiyên mîkanîzma nû.
Daxwaznameya ko 21 rêkxistinên Sûrî imzekirine, xweşhaliya xwe der barê mîkanîzma nû ya Netewên Yekbûyî dane, û daxwaz ji emîndarê Netewên Yekbûyî kirine ko temînî û metirsiyên rêkxistinên Sûrî yên imzekirine li ber çavan bigirin, û giring e rê li ber Sûriyan vekin tako beşdariyê di daraştin û şopandina mîkanîzma nû ya Komeleya giştî ya Netewên Yekbûyî bikin, û mîkanîzmeke navdewletî ya bêalî û serbixwe çêbikin, da vekolîn û peyketina dadwerî ji berpirsiyarên tawanên pir metirsîdar li gora yasa navdewletî bikin, yên ko ji adara 2011an ve di derheqê miletê Sûrî de bûne.
Û rêlxistineke Mafên Mirovan ji Netewên Yekbûyî berê jî doh daxwaz kir ko daxuyaniya Cinêva1 cîbicî bike, li gora ko Toreya Mafnasiyê ya Sûrî kuştina 8736 sivîlan bi destê hêzên rêjîmê, û 1984 zarok, û 1237 jin, û 447 bi êşkenceyê di nav wan de hene belegeh kirine. Rêjeya kuştina jin û zarokan ji hejmara giştî gihaye 37% ji qurbaniyên sivîlan li gora ko raportan diyar kiriye.
Toreya Sûrî ya Mafnasiyê ji Encûmena ewlekariyê daxwaz kir ko biryarên ji bo Sûriyê derxistine ji nav wan jî Cinêva1 cîbicî bike, û gerek hemû pêrabûnên giring bike ji bo sivîlan li Sûriyê bêalî bike, û dorpêçê ji ser herêmên dorpêçkirî rake, û girtiyên siyasî berde û bikaranîna çekên kîmawî rawestîne li gora ko di biryarên taybet der barê Sûriyê de hatine.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî