Çalkvanên bajarê Efrînê tekez dikin ku rewşa xelkên Efrînê li hindir kampên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYDê li bakurî Helebê pir dijware û xirab e.
Çalakvan Ezîz Birîmo ji malpera me re ragihand ku piştî hatina baran û serma zivstanê û kêmbûna pêdiviyên jiyanê; rewşa xelkê Efrînê li hindir kampên PYDê li bakurî Helebê pir dijwartir û xirabtir bûye, û got: “xelkê Efrînê li hindir kampên PYDê di nav zor û zordariyê de jiyan dikin, her wiha binpêkirinên PYDê jî ew rewş dijwartir kiriye.”
Birîmo bal kişand ku siyasetên PYDê yên çewt û xwar xelkên Efrînê xistin kampan û perîşan kirin û got: “Xelkê Efrînê xwedan mal û dar û zevî bûn, lê îro di kampan de jiyan dikin, gelo kî berpirsiyar e di ber vê rewşê de .”
Her wiha Birîmo tekez kir ku xelkê Efrînê li hidir kampan de ji aliyê PYDê û rêjîma Esed ve dorpêçkirî ne, û kes dengê wan nabihîze, û got: “ta niha bi sedan ji xelkên Efrînê hatine kuştin û birîndarkirin û bêtir ji 100 hezar kesî koçber bûne.”
Tê zanîn ku bi hezaran malbat ji xelkên Efrînê di kampên PYDê yên li derdora bajarê Helebê de dijîn.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê