Tîma bergiriya sivîl li Xûta rojhilat, û ji bo xistina fişaran li ser hikûmetên cîhanê, duhî roja înê bangewazî da tevaya miletê cîhanê ji bo lidarxistina xwepêşandanan bo rawestandina bombebarana li ser Xûta rojhilat.
Berdevkê bergiriya sivîl bang da revenda Sûrî û miletên ereb û rojavayî ji bo lidarxistina xwepêşandanên nerazîbûnê ji bo gihandina dengê Xûta bo hikûmetên rojava û handana wan, û xwepêşandek li bajarê Elrestin yê li devera Himusê ji aliyê bergiriya sivîl ji bo piştgiriya Xûta rojhilat hat lidarxistin, û têde nivîs û tablo hatin hildan wek “xelkê Xûta dimirin bi bombebaran û birçîkrinê” û “dorpêçkirin tawan e ligor sercem yasayên navdewletî” û “Xûta ji bo mirovîniya di singa her kesekî de bangewaziyê li we dike”.
Û li gundên başûrê Helebê xwepêşandan ji aliyê tîmên bergiriya sivîl ji bo şermezarkirina kuştin û wêrankirina Xûta hat lidarxistin, û girevên nerazîbûnê li bajarê Idlibê û Çiyayê Kurdan ji aliyên tîmên bergiriya sivîl hatin lidarxistin, û têde daxwaz ji civaka navdewletî hatin kirin ji bo bi tevgerekê rabe ji bo rizgarkirina xelkê ji kuştin û dorpêçkirinê.
Û ji aliyê karmendên bergiriya sivîl li bajarê ” Morik” û gundê “Qestûn” li parêzgeha Hemayê xwepêşandan bi bilindkirina dirûşm û nivîsandinên “Xûta riha bikin” û “ez sûrî me, û dilekî min li Xûta dişewite”, û bi şermezarkirina siyaseta erda şewitî hatin lidar xistin.
Û bi helkefta heftemîn bîranîna destpêkirina şoreşa Sûriyê û ji bo derbirîna hevxemiyê ligel xelkê Xûtayê, xwepêşandan li gelek navçe û bajarên rizgarkirî hatin lidarxistin.
Hêjayê gotinê ye ku di çarçovê oparesyona leşkerî de ya hêzên Esed û hevalbendên wê li ser Xûtayê ya zêdetir ji sê heftiyan berdewam e, duhî zêdetir ji 100 sivîlî bi êrîşên esmanî yên Rûsiya û hêzên Esed hatin kuştin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî