(Hewlêr – Hîwa can ) Li sentera rêxistina UNê li parêzgeha Hewlêrê, rêveberê senterê bi berpirsiyarên rêxistinên mirovî re civiya , û di wê civatê de tekez bû kû rêxistina UN wê alîkarên abûrî bide penaberên Sûrî û bi taybet yên di hindirê Hewlêrê de dijîn, û mebesta civatê bi wan berpirsiyara re hat xwiya kirin kû rêxistina UNê wê têkeliyan bi rêxistinên mirovî yên sûriya re bike.
“Mihemed Ebd Elcebar” rêveberê sentera UNê ji malpera me re rengê alîkariyan û bi çi şêweyî wê werin belavkirin anî ziman: “me pîvan ne daniye ji rengê alîkariyan re û me giranî daye alîkariya mirovên nexweş û jiebî û zarokên di temenê kêmî 15 salî de yên hatine herêmê bê xwediyên xwe û kesên ku di xaniyan de dijîn û ew dever ne cihên jiyanê ne , û alîkariya darayî wê li gorî pîvana hatiye danîn be, Ango her kesek wê 250000 dînarê Îraqî bistîne , û malbata ji 5 kesan wê 500000 dînarî bistîne , û malbatên zêdey 5 kesan wê 750 000 dînarî bistîne” û tekez kir kû ev piroja wan divê heta dawiya vê salê bi dawî bibe û divê alîkarî bighê 1000 penaberê sûrî.