Tora Sûrî ya Mifê Mirovan hebûna nêzî 4247 kesên bi kotekî wendayî li parêzgeha Reqayê û pêdivî bi diyarkirina çarenûsa wan heye eşkere kir, û bal kişand ser ku heye hin ji wan di gorên komel yên ku vê dawiyê hatine dîtin de bin, û tekezî kir ku destnîşankirina nasnameya laşan di wan goristanan de dikeve ser milê Netewên Yekbûyî de.
Û Toreyê di rapora xwe ya doh roja pêncşemê de diyar kir ku di şerê “ Xedeb Alfurat de” yê ku milîsên PYD serpereştiya wî dikirin, nêzî 2323 kesên sivîl li parêzgeha Reqayê hatine kuştin, 543 zarok û 346 jin di nav wan de hene, û amaje kir ku piraniya wan li ser destê milîsên PYD û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî hatine kuştin.
Û raporê amaje kir ku 4823 sivîl li parêzgeha Reqayê ji adara 2011 ta adara 2019 hatine kuştin, 922 zarok û 679 jin di nav wan de hene, û diyar kir ku rijêma Esed bû sedema kuştina 1829 sivîlan ji wan, di dema ku hêzên Rûsya 241 sivîl kuştine, û rêxistina çeteyên DAIŞê 942, û milîsên PYD berpirsên kuştina 308 sivîlan in, û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî 1933 sivîl kuştine, û ne kêmtir ji 367 sivîlan bi destê aliyin din hatine kuştin.
Û bal kişand ser hebûna nekêmtir ji 4247 kesên bêserûşûnên kotekî ji xelkên parêzgeha Reqyê, û ji sala 2011 de ta niha hîn jî wendayî ne, 219 zarok û 81 jin di nav wan de hene. 1712 kes ji wan li ser destê hêzên rijêmê wenda bûne, û 2125 li ser destê çeteyên DAIŞê , û 288 li ser destê PYD.
Û rapora Toreyê got ku gelek dijwarî hene di di naskirina nasnama kuştiyan de dema veguhestina laşan ji gorên komel, û PYD berpirsyar dît di ber vê yekê de, ji ber wan bi şêweyek durist kar nekir , û nimûne wek( hestî , por, diranan) ji laşan nebirin, û di erşîfan de tomar nekirin, ku paş re mirov karibe nimûneyan ji laşê xelkên wan kesan bibe û wan nimûneyan ber hev bike ji bo naskirina kesatiya wan terman.
Û hişyarî da ji karê wan milîsan, ên ku desthilata xwe bi kotekî ferz kirine, ku bi heman mîkanîzmê karê xwe berdewam bikin, û heye ku ew goristan bêhemd tuşî gemarkirinê bibin, û ev jî wek şêwandina nîşanan tê dîtin, ku di paşerojê de wê naskirina wan laşan dijwar bibe, û civak têkeve rewşa bêserûşûnbûna berdewam ya bi deh-hezarên kesan .
Û raporê tekezî li ser giringiya avakirina taqîgehekê kir, ku nimûneyên ji terman hatibin birin tê de bên komkirin, da bi nimûneyên laşê malbatên bêserûşûnan re bên berhevkirin.
Û raporê daxwaza beşdariya di bilezkirina operesyona maliştina bomban de kir, ji ber ew bandorê li vegera sivîlan bo bajarê Reqayê û karê derxistina terman dike.
Û Karsparteya Bala ya Mafê Mirovan han da li ser ronîkirina mijara gorên komel û şopandina operasyonên kolan û derxistina laşan bike, û raporek derxist tê de helwesta xwe ji van operasyonan diyar kir, û temîniyan li Encumana Ewlekariya Navdewletî dike, ji bo eşkerekirina nasnameya bi deh-hezaran sûriyên wendayî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî