Rêxistineke xwecihî ya mafên mirovan ragihand ku malbatên derbeder ji bajarê Dêrazorê naxwazin vegerin deverên xwe, ji ber tirsa welatiyên sivîl ji girtin û leşkerkirinê, her weha ji ber bajar bi tevayî ji aliyê hêzên Esed ev bêhtir ji salekê ye hatiye kontrolkirin, û kêmbûna derfetên kar û wêranbûna avahiyên niştecîbûnê.
Rêxistina “Dadperwerî ji bo jiyanê” raporteke nû li ser sedemên venegera derbederên bajarê Dêrazorê bo malên xwe, tevî zehmetiyên dikevin di riya derbederiya wan ya demdirêj de, pêşkêş kir.
Rêxistinê qonaxên kocbarkirina sivîlan ji Dêrazorê li ser sê qonaxan parve kir, qonaxa yekem ji sala sala 2012 dest pê kiribû, ji ber topbarana hovane ya rejîmê li ser bajêr, û piştre rêxistina DAIŞ di sala 2014 de, piraniya parêzgehê kontrol kiribû, û ya dawiyê di sala 2017 de, dema oparesyona rêjîmê ji bo kontrolkirina parêzgehê destpê kir.
Raportê bal kişandiye ku derbederên Dêrazorê li ser parêzgehên Idlib, Şam, Hesekê û gundewarê Helebê, û deverên rojhilatê Firatê belav bûne, û got ku wê 17 kesên derbeder ji derveyê derverên di destê rejîmê de dîtin, û wan vegera cih û warên xwe red kirin.
Rêxistinê diyar kir ku piraniya derbederên Dêrazorê “Naxwazin vegerin” deverên di bin destê rejîmê de, û got: “tevî zehmetiyên dikevin riya derbederên Dêrazorê, lê hêjî naxwazin vegerin”.
Rêxistinê bal kişand ku hejmarek sedem hene ji ber wan derbeder naxwazin vegerin deverên di bin kontrola rejîmê de, û bi taybetî girtina ser malan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve, û kiryarên girtin û îşkencê. Xetab yek ji wan kesan bû yên rêxistinê ew dîtibûn, got: “Ez li ser xwe û malbata xwe ditirsim …. dibe em bêne girtin û îşkence bibin”.
Û Raîd (di axaftinekerekê din de) baweriya wî bi soz û peymanên rejîmê nayê.
Herwiha ku tirsa ji ber girtina bo leşkeriya bi darê zorê ya ji aliyê dezgehên rejîmê dibe, ew jî sedemeke dikeve di riya vegerê de. Û rêxistinê di rapora xwe de got ku wê gelek derbederên Dêrazorê dîtine, û ew tevlîbûna artêşa rêjîmê red dikin, ji ber binpêkirin û tawanên serbazên rejîmê li dijî welatiyên sivîl.
Rêxistinê xuya kir ku heta ew kesên ne li dijî rêjîmê ne jî, vegerê red dikin, û li gor hin şahidan ku “Dibe ew bêne gunehbarkirin bi tawan û têkildariyên ligel komên terorîst”, û zêdebarî nebûna derfeta kar û wêrankirina malên hin koçberan.
Jêder : Ofîsa Ragehandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê