Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, di raportekê de li roja pêncşemê eşkere kir ku zêdetir ji 7,700 dozên girtina keyfî li Sûriyê di sala 2018 de, di nav de binçavkirina 504 zarok û 699 jinan, û piraniya wan li ser destê hêzên rêjîma Esed hatine pêkanîn.
Torê di rapora xwe de daye zanîn ku di sala borî de, ji hêzên rejîmê û milîsên hevkariyê wê, 5607 kes, di nav de 355 zarok û 596 jin hatine binçavkirin, û hevdem ji aliyê “milîsên PYD” ve, 965 kes di nav de 83 zarok û 74 jin hatibûn girtin.
Û Torê di rapora xwe de diyar kiriye ku ji aliyê “Heyeta tehrîr al-şam” ve, 417 kes di nav de 15 zarok û sê jin hatine binçsvkirin, û ji aliyê rêxistina çeteyên DAIŞ, 338 kes di nav de 28 zarok û 13 jin hatin girtin, hevdem ji aliyê komên cuda cuda, 379 kes di nav de 23 zarok û 13 jin hatine girtin.
Raportê bal kişandiye ku di meha adara 2018 de, herî bûyerên binçavkirina keyfî li Sûriyê hatine tomarkirin, ku 1096 kes hatibûn binçavkirin, û herwiha ku 580 dozên girtinê di meha çileyê pêşiyê di dawiya heman salê de hatin tomarkirin.
Hêjayê gotinê ye ku Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, pêr li roja çarşemê kuştina 976 kesên binçavkirî dibin îşkenceyê de li Sûriyê di girtîgeh û navendên binçavkirinê di sala 2018 de bi belge kir, ku piraniya wan li ser destê hêzên rêjîma Esed hatibûn pêkanîn.
Torê di pêşniyarên xwe de, daxwaz ji konseya ewlekariya navnetewî kiriye ji bo şopandina cêbicêkirina biryarên 2042, 2043, û 2139, yên dakokiyê dikin li ser bidawîkirina bêserûşûnê û bilez eşkerekirina qeydên girtiyan û serbestberdana jin û zarok û rawestandina bikaranîna malbatên wan wek dîlên şer.
Tora Sûrî di dawiya raporta xwe de, daxwaz ji Komîsyona Navnetewî ya Lêpirsînê (COI) û mekanîzma Serbixwe ya Navnetewî ya bêalî (IIIM) kiriye, bi pêwîstiya lidarxistina lêpirsînan li hember van dozên behsa wan hatiye di raportê de, û berheviya xwe xwe ji bo hevkarî û pêdana belge û agahiyên zêdetir ji bo rêxistinên navnetewî nîşan daye.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê