Ji aliyê Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, 8 komkujî li Sûriyê di meha borî de hatin dukomentkirin, û Toreyê eşkere kir ku piraniya wan ji aliyê Hevpeymaniya navnetewî ve hatine pêkanîn, lê hin ji berpirsyariya wan dikeve stûyê rejîma Esed.
Tora Sûrî di raporta xwe ya dembidem de diyar kir ku ew komkujî bûne sedema mirina 86 kesên sivîl, 51 zarok û 19 jin di nav wan de hene.
Torê got ku komkujiyek li bajarokê Circinaz li başûrê Idlibê ji aliyê hêzên rejîmê ve hat pêkanîn û têde 9 sivîl hatin kuştin, di nav de 7 zarok û du jin, di heman demê de pênc zarok ji yek malbatê bi teqîna mayineke zemînî ji bermahiyên rêxistina çeteyên Daiş li gundê “Til al-Hewa” li bakurê Helebê hatin kuştin.
Raportê bal kişandiye ku 6 komkujî ji aliyê balafirên Hevpeymaniya navnetewî li bajarokê “Hecîn” rojhilatê bajarê Dêrazorê hatine pêkanîn, û bûne sedema kuştina 73 sivîlan, di nav de 29 zarok û 17 jin.
Û hejmara komkujiyan zêdetir bûn ji encama êrîşên berfireh yên Hevpeymaniya navnetewî li ser dumahîk çeperên rêxistina çeteyên Daiş li Dêrazorê, ku gelek sivîl têde hatin kuştin, û rêxistina Lêborîna navnetewî “Amnesty” di raporteke xwe ya berê de gotibû ku kar û tedbîrên pêwîst ji bo parastina welatiyên sivîl ji aliyê hêzên Hevpeymaniyê nehatine kirin, wek madeya 23 ji Peymana Lahayî dibêje: “Gava êrîş li dijî baregehên leşkerî bêne pêkanîn, divê haydar bin da ziyan li aliyê sivîl nebin”.
Ji aliyê xwe ve Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tawanên li dijî sivîlan li Sûriyê şermezar kirin, û bang li civaka navnetewî kir ji bo sînordarkirina tawanên şer yên ji aliyê hêzên Esed û hêzên navnetewî dibin, û pêdagirî kir ku ev êrîşên leşkerî li Sûriyê bi tenê ji bo jinavbirina çareseriya siyasî li Sûriyê û binpêkirina mafên mirovan dibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî