Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, îro pêncşemê raporteke taybet li ser bikaranîna çekên kîmyayî li Sûriyê belav kir, bi helkefta salvegera êrîşa kîmyayî ya navdar li ser bajarê Xanşîxon ya ji aliyê rejîma Esed di sala 2017’an de hatibû pêkanîn.
Toreya Mafên Mirovan 221 êrîşên kîmyayî li Sûriyê belge kirine, û bal kişandiye ku ev êrîş herî kêm bûne sedema mirina 1461 kesî di nav de jin û zarok.
Torê di raporta xwe de da xuyakirin, ku rejîma Esed berpirsyar e di ber pêkanîna 216 êrîşên bi çekên kîmyayî her ji meha çileya pêşî ya 2012’an ve, û diyar kir ku pênc êrîşên kîmyayî ji aliyê rêxistina çeteyên DAIŞê li ser parêzgeha Helebê bi tenê hatine pêkanîn.
Û diyar kir, ku di êrîşa Xznşîxon de, dordora 100 şehîd û bêtir ji 400 birîndarî ketin, herwiha ragihand ku herî zêde êrîşên kîmyayî li herdu parêzgehên Şam û Idlibê hatine pêkanîn.
Tora Mafê Mirovan, diyar kir ku êrîşên kîmyayî bi kêmanî bûne sedema kuştina 1461 kesî, ku hemû bi êrîşên rejîmê hatine kuştin.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê daxwaza dadgehkirina tawanbarên çekên kîmyayî kir, û hişyarî da ji bêsizamanê.
Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku rejîma Esed berdewam e di pêkanîna tawanan li dijî sivîlan, ku salvegera kîmyabarana Xanşîxon hevdem tê digel topbarana li ser gundewarê Idlibê ku bûye sedema şehîdketina bi dehan welatiyên sivîl.
Hêjayê gotinê ye ku komîsyona navnetewî ya lêpirsînê ya karûbarên Sûriyê hejmarek mezin ji belgeyan li ser bikaranîna çekên kîmyayî û tawanên şer û dijemirov kom kirine, û tekez kir ku belge balê dikişînin li ser berpirsiyariya berpirsên payebilind yên rejîmê, di nav de Beşar Esed bi xwe jî.
Û çendîn caran Veto ji aliyê Rûsyayê hatiye bikaranîn, ji bo beravîtîkirina karê Komîsyonê û nehêlana standina her biryarekê bo şermezarkirina rejîmê û raguhestina fayilê Sûriyê bo dadgeha tawanên navnetewî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî