Monday, 13 May 2019 21:30

Rêxistinin Mafên Mirovan Daxwaza Gengeşekirina Fayilê Kesên Girtî û Binçavkirî li Sûriyê ji Encûmena Ewlekariyê Dikin

Heşt rêxistinên mafên mirovan yên Sûrî û navnetewî, ji wan Rêxistina Lêborîna Navnetewî (Amensty), bang li Konseya Ewlekariya Navnetewî kirin ji bo bilez rabin bi gotubêjkirina fayilê binçavkirin, îşkence û bêserûşûnbûna bi darê zorê ya li dijî bi sed-hezaran welatiyên sûrî li ser destê rejîma Esed dibe.

Û rêxistinan daxwaza eşkerekirina nav û cih û çarenivîsa kesên bêserûşûn kir, û daxwaza vegerandina termên miriyan ji bo xizmên wan kir, û piştgiriya damezrandina sîstemeke yekgirtî ji bo qeydkirina hemû rewşên bêserûşûnê li Sûriyê kirin, di nav de kesên bi destê çeteyên rêxistina DAIŞ hatine revandin, û dabînkirina agahiyan li ser termên kesên nenas û gorên kom, û rawestandina darizandinên nerewa û leşkerî yên di derheqa sîvîlan de.

Û rêxistinan dewletên endamê Civata Ewlekarîyê han dan ji bo xurtkirina hevkariya navdewletî û bernameyên avadankirin û geşepêdana çalak, ji bo erk û standardên mafên mirovan yên guncayî bi parastin û rêzgirtin, herweha ji bo fînansekirina bernameyên xurtkirina dadperweriyê û qerebokirina kesên mexdûr û malbatên wan, û dabînkirina pêdawîstiyên malbatên kesên hatine binçavkirin.

Ji aliyê rêxistinên mafên mirovan yên navnetewî û civaka medenî ya Sûrî ve gelek binpêkirinên giran li dijî kesên binçavkirî bi awayekî berfireh hatine belgekirin.

Raportê tekez kir ku bi hezaran di bin îşkenceyê de û ji ber serederiya xerab mirine, bi hezaran kes ji aliyê rejîma Esed hatine windakirin, û raportê anîye ziman ku binçavkirina keyfî, îşkence û serederiya xerab, wendakirin û bidarvekirin li dijî bi deh-hezaran kes ji aliyê hêzên rejîmê hatine pêkanîn, û raportê ev bi tawanên şer û tawanên dijmirov anîne ziman.

Raportê cext kiriye ku rejîma Esed berdewam e di binçavkirina bi hezaran kesên bêserûşûn, û bal kişandiye ku malbatên wan ti agahî nînin li ser cihê binçavkirina wan yan jî çarenivîs û jiyana wan.

Wan rêxistinan di raporta xwe de bal kişandiye ku rejîmê her ji sala 2018'an ve, dest bi nûjenkirina dosyayên kesayatî li gelek deverên welêt kiriye, di nav de li Şamê û gundewarên Hema, Heleb û Siwêda, ji bo qeydkirina mirina navên hin ji kesên binçavkirî û bêserûşûn.

Raportê diyar kiriye ku di hin bûyeran de, dukomîntên mirinê yên li sala 2013'an bo malbatên wan hatine dayîn, û carinan sedema mirinê bi "kirza dil" destnîşan dikin.

Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî Rêxistinin Mafên Mirovan Daxwaza Gengeşekirina Fayilê Kesên Girtî û Binçavkirî li Sûriyê ji Encûmena Ewlekariyê Dikin