Bajarê Idlibê û gundewarê wî rastî helmeteke leşkerî dibe, û ew tundtirîn dijatî ye ji hêla rijêma Esed û Rûsiya ve ji 25 çirîya paşî ya 2019an de, ku balafirên cengê deverên nişteciyan û avahiyên giştî armanc kirine, bi bidehên êrîşên asîmanî yên bi mûşekan û bombeyên goşeyî pêk hatin, û bûn sedema ketina qurbaniyên sivîl, û derbiderbûna bihezarên malbatan.
Û çalakvanan gotin ku 13 kes doh yekşembê şehîd ketine, 8 zarok û 2 jin di nav wan de hene, û bidehan kes birîndar bû, ji encama bombebarana tund a balafirên cengê yên rijêma Esed, ên gundewarê Idlibê yê başûr û yê rojhilat armanc kirine.
Û Parastina Sivîl a Sûrî, diyar kir ku bombebarana dijî bajarê Erîha li gundewarê Idlibê, bû sedema wêranbûna dibistanekê û mizgeftekê û gulîstaneke zarokan li nava bajêr.
Û Parastina Sivîl bal kişand ser ku hejmara êrîşên asîmanî yên bajarê Seraqib îro sibeha duşembê armanc kirine, gihişt 12 êrîşên bi mûşekan, û tevan taxên nişteciyan armanc kirin, û got ku wan 7 birîndar rakirine, 2 ji wan zarok bûn, herweha derxistina laşê jinekê ya ji encama bombebaranê şehîd ketibû.
Û rêxistineke mafnasî, tekezî li ser derbiderbûna bêhtir ji 200 hezar sivîlî kir, ji encama bombebarana tund ji hêla balafirên cengê û armanckirina mûşekan û operasyonên girtina ser malan ya ku hêzên rijêma Esed bi piştgiriya Rûsiyê pêk tînin, û ev buyer li 34 bajar û bajarok û gundên bakurê Idilibê û yê Hekebê pêk hatine.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî