Toreyeke mafnasiyê ya serbixwe daxuyaniyeke taybet derbarê binpêkirinên Rûsya li Sûriyê ji destpêka mondiyala 2018 ve belav kir, ew mondyala ku Rûsya mêvandariya wê dike da xwe li pêşdarî xelkê diyar dike ko ew welatekî şaristanî ye û hezkirin û şahiyê navbera dewletên cîhanê belav dike.
Daxuyaniya ku toreya Sûrî ya mafên mirovan derxistiye, diyar dike ku hêzên Rûsî bûne sedema kuştina 71 sivîlî, 20 zarok û 9 jin di nav wan de hene, û bi kêmanî 8 komkujî pêk anîne, û zêdegavî li ser 14 navendên zindîdar , 5 navendên bijîşkî di nav wan de hene, ji destpêka mondiyalê ve, 14ê cehzerana borî û heta 10 vê tîrmehê.
Her weha serjimarê pêkanîna du êrîşan bi çekên sotinê yên qedexeya navdewletî aniye ziman, ko bû sedema derbiderkirina nêzîk 270hezar Sûrî, piraniya wan ji parêzgeha Dera ne, ev serjimêr tekez dike ko Rûsya peymanên kêmkirina şer binpê kirine.
Daxuyaniyê bal kişand ser ku ‘’ di heman dema ahenga mondiyalê de, ya berî lîstika yekemîn, Rûsya hêzên xwe amade dikirin bo êrîşekê li ser başûrê Sûriyê û herêmên peymana kêmkirina şer, ew peymana Rûsya bi xwe imze kiriye.
Daxuyaniya toreya Sûriyê ya mafên mirovan daxwaz ji rojnamevan, ragehêner û mafnasên cîhanê kir, ku tawankariyên hêzên Rûsî li Sûriyê ji destpêka mondiyalê ve pêk tînin, bibîr bînin û bêjin ku ew dewleta mêvandariya mondiyalê dike bi hezarên sivîlan li Sûriyê dikuje.
Daxuyaniyê got ko Rûsya ya mêvandariya mondiyala kûpa cîhanî dike, ji destpêka dijminkariya wê li Sûriyê 6187 sivîl kuştine, 1771 zarok û 670 jin di nav wan de hene, ew tev de di lîsteya toreya Sûriyê de bi wêne û dem û cih belghkirî ne.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê