Wednesday, 09 January 2019 15:27

Sala 2018ê 587 Êrîş dijî Navendên Zindîdar li Sûriyê Hatin Pêkanîn û yên Herî Gelek yên Rêjîmê û Rûsyê Bûn

Toreya Sûriyê ya mafên mirovan di raporta xwe ya duhî de diyar kir ko 587 êrîşên li ser navendên zindîdar sala bûrî li Sûriyê pêk hatine, û destnîşan kir ko hêzên rêjîmê û Rûsya 73% ji wan kirine.

Raportê tekez kir ko hevpeymana rêjîmê û Rûsya di serê lîsteyê de bû, ji aliyê hejmara wan êrîşan de , û 68% ji wan bûyeran dijî bargehên bijîşkî û dibistan û mizgeft û bazaran bûn, 31 bûyer di çileyê pêşî de tomar kirine.

Raportê anî zinam ko 587 êrîş li ser navendên zindîdar bûn, 292 ji wan bi destê hêzên rêjîmê û 131 bi destê hêzên Rûsya pêk hatine.

Toreyê di raporta xwe de got ku 21 zêdegavî bi destê hêzên hevpeymana navdewletî û 10 bi destê milîtanên PYD û 6 bi destê rêkxistina Daiş û 5 bi destê Desteya Tehrîr Elşam û 7 bi destê alayên leşkerî û 115 bi destê aliyên nediyar pêk hatine.

Raportê destnîşan kir ko cihên hatine amanckirin 139 ji wan jêrxan û navendên zindîdar yên bijîşkî ne, û 121 navendên olî yên zindîdar in, 50 li ser komelgehên niştecihan e, 17 kampên penaberan, 9 cihên mirovî yên taybet in, û 4 navendên zindîdar yên rewşenbîrî ne.

Toreya Sûriyê ya mafên mirovan roja duşembê di raporta xwe de ya derbarê bermîlên teqîner ên ko rêjîma Esed di rêbaza xwe ya xwîndar a berdewam de bi kar tîne, di sala 2018ê de 3601 bermîlên teqîner avêtine, piraniya wan li ser Xûta rojhelat li gundewarê Şamê ya ko di heyva sibata bûrî de ket ber operasiyona leşkerî.

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê dibîne ko ev belgeh civaka navdewletî datînin ber berpirsiyariyên wê, tako Beşar Elesed li ser van tawankariyên derheqê sivîlan li herêmên derveyî kontrola wî çenda salan pêk anîne siza bike.

Raportê daxwaz ji encûmena ewlehiyê kir ko pêrabûnin bêtir li gora biryara 2139 û 2254ê bike, û got ku giring e dosya Sûrî bo dadgeha navdewletî ya tawankariyan bête şandin, û hemû kesên ko destên wan tê de heye, ji wan jî rêjîma Rûsya, piştî ko tekez bû ko tawankariyên cengê kirine bêne sizakirin.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî Sala 2018ê 587 Êrîş dijî Navendên Zindîdar li Sûriyê Hatin Pêkanîn û yên Herî Gelek yên Rêjîmê û Rûsyê Bûn