Li hemû bajar û bajarokên parêzgeha Hesekê salvegera 14 mîn a raperîna gelê kurd di 2004 an de bi girsayî hate vejandin.
Li ser banga emîndariya giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS bi hezaran welatiyên kurd li kolanan û li qadên serke civiyan û 5 kêlîkên bê deng weke rêzgirtin li pakrewanên raperîna 12 Avdarê sekinîn.
Gotinên xwecihiyên ENKS li hemû deveran ji hêla endamên wê ve hatin pêşkêşkirin
li bajarê Qamişlo welatiyan serdana goristana Qidûrbek kirin û li wê deverê silogan ji bo pakrewanan bilind kirin.
Hesen Salih cîkirê sekreterê partiya Yekîtî gotina encumanê xwend têde li ser hûrgiliyên wê bûyera dîrokî ku li Qamişlo rûda û weke agir berê xwe da hemû deverên kurda û bû raperînek axivî.
Salih di gotina xwe de ragihand ku rêjîma Esed berpirse di ber xwîna pakrewanên kurd de û divê berpirsên rêjîmê ji dadgehan re werin pêşkêşkirin.
Tê zanîn ku di serhildana 12 Adarê de rêjîma Sûrî bêtirî 30 ciwanên kurd kuştin, û bi dehan birîndar kirin, û bi hezaran hatin binçavkirin û ta vê gavê lêkolîn tê de nehatiya kirin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiyê