Bajarê Şamê yê herî dawî ye di lîsteya salane ya bajarên bi kêrî jiyanê tên de, ya ji aliyê kovara “The Economist” belav bûye, û çavdêr vê yekê vedigerînin bebûna milîsên mezhebî û tawanên berdewam li dijî sivîlan û rewşa taybet ya binçavkirinên rojane.
Çalakvanan ev nirxandin dîtin wek piştraskirinekê ji naveroka raportên mafên mirovan re, yên rejîma Esed û çekdarên terrorist ên Îranê bi tawanên şer û tawanên dijemirov li dijî sivîlan tawanbar dikin.
Hatina Şamê bo duyem car di dawiya lîsteya bajaran de, ku lîste li ser hejmarek ji pîvanan tê amadekirin wek “tawan, kirîzên xwecihî û terorîzmê”, ev bûne sedem ku bajarê kontrolkirî ji aliyê hêz û mîlîsên Îranê bikevin di dawiya lîsteya bajarên bi kêrî jiyanê tên.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê ji aliyê xwe ve cext li ser pêwîstiya pêkanîna veguhestina siyasî ya tekûz li Sûriyê kir, li gor daxuyaniya Cenevrê û biryara 2254, ji bo peydakirina aramiyê li welat û dabînkirina şert û mercên vegerandina penaberên Sûrî bo cih û warên wan ên resen.
Herwiha rojnameya “Bild” ya Almanî, amadekariyên rejîma Esad yên tolvekirina ji penaberan piştî vegera wan bo welat di nava çarçoveya plana Rûsî de eşkere kirin, û Hevbendiya Niştimanî diyar kir ku li ser erdê xuya bû ku Rûsya nikare kiryar û riftarên rijêmê kontrol bike.
Û bal kişand ku ev yek “aliyê tarî ji rola Rûsyayê, û şiyanên wê yên ji bo kontrolkirina hêzên rijêmê û milîsên din yên serberdayî eşkere dike,” û dît ku garantîyên Moskowê yên dayîn ji bo civaka navdewletî hîç nirx û giranî ji wan re nînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê