Şandek ji nivîsgeha peywendiyên derve ya Encûmana Niştimanî Kurdî digel şanda desteya serokatiyê ya Hevbendiya Niştimanî di 18.01.2017an de civiya. Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya giştî li welat û amadekariyên civînên Astane û di pey re yên Cinêvê gotûbêj kirin. Her weha hat tekezkirin ko giring e lêvegereke rexneyî ji pêvajoya Hevbendiyê re di qonaxê derbasbûyî de ji aliyê siyasî û rêkxistinî ve bibe.
Û şanda Encûmena Kurdî dîtina xwe da, ko gereke nerîneke siyasî daxwazên miletê Sûrî bi hemû pêkhatiyên xwe yên netewî pêkbîne, û Sûriya wekû dewleteke Yekgirtî dîmuqratî zanistî ava bikin, dûrî ramanên tundrew û yên tiroristî yên mîna aniya Elnesre û yên weke wê, û çareserkirin siyasî ye, û veguhestina siyasî tê de dabîn bike û sistema partiyekê têk bibe. Her weha çaksaziya laşê Hevbendiya niştimanî ji bo hemû hêzên niştimanî dîmuqratî tê de bin hate gengeşekirin.
Şanda Hevbendiyê jî li ser giringiya beşdarbûna hemû pêkhatiyên Hevbendiyê bi nerînên xwe li ser karê qonaxa dahatî ji hêla siyasî û rêkxistinî tekez kir. di pey re amadekirina belgehên qonaxa bê, da ji bo civîna desteya giştî re bêne pêşkêşkirin, tako pesend bike. Û giringî dan nerînên Encuman, û li ser bihêzkirina rola wî di hemû biwaran de tekez kirin.
Tê zanîn ko şanda Hevbendiyê ji birêz Enes Elebde serokê Hevbendiyê û Ebdulehed Istêfo, Ebdilîlah Elfehed û Miwefeq Nêrebiyê pêk dihat, û şanda Encûmena Kurdî ji birêz Kamîran Haco serokê nivîsgeha peywendiyên derve û endametiya Silîman Oso, Kamîran Hac Ebdo û Fêsel Yûsiv pêk dihat, û bi amadebûna birêz Fûad Elîko û Hewas Egîd nûnerên Encûmenê di desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî de, û li ser berdewamkirina lidarxistina civînan di demên dahatî de tekez kirin.
Jêder: Beşê Kuedî ji Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê