Îro, Roja Çarşemê 13-9-2017, şandek ji Encûmena Niştşmanî ya Kurd li Sûriyê, ku ji Serokê Encûmenê Ibrahîm Biro û serokê Nivîsgeha Pêwendiyên Derve ya ENKSê Kamîran Haco û Hews Sedûn Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê pêk dihat, li avahiya Yekîtiya Ewropayê li Birûksilê bi hejnareke berpirsên Yekîtiyê re civiya, û berpirsên Yekîtiya Oropî ev bûn: birêz Patrîk Kastêlo serokê Beşê Rojhilata Navîn yê karûbarên derve, û birêz Maykil Mîrl serokê yekîneya Rojhilata Navîn, û birêz Lara şandera Yekîtiya Ewropayê bo Sûriyê, herwiha hejmarek ji alîkar û şêwermendên cuda di beşên cuda de di Yekîtiya ewropayê de.
Di civînê de behsa Kongreyê Riyad 2 yê ku wê nêzîk li dar bikeve, herwiha çawaniya piştevaniya aramiyê li Kurdistana Sûriyê hate kirin.
Û wê şandê di dema civînê de tekezî li ser nerîna Encûmena Niştşmaniya Kurdî li tevahiya kêşeyên siyasî li meydana Sûrî bi giştî û li deverên Kurdî bi taybetî kir, û ji aliyê xwe ve berpirsên Yekîtiya Ewropayê tekezî li ser giringiya vê serdana Encûmena Niştîmaniya Kurdî kirin, herwiha rola ENKSê di opozîsyonê de û tekezkirina wê li ser piransîpên pêkvejiyanê bilind nirxandin.
Û diyar bû ku nerînên herdu aliyan li tevahiya kêşeyan yek bûn, û tekezî li ser berdewamiya piştevaniya karê serxistina pirosêsa siyasî li Sûriyê hate kirin.
Herwiha şanda ENKSê doh roja Sêşemê ligel Navenda Ewropî ya lêkolînan civiyabû, û behsa çawaniya pêkanîna karê hevbeş di hejmarek waran de hate kirin.
Jêder: Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî