Sunday, 12 November 2017 17:39

Şandek ji Encûmena Niştimanî ya Kurd ligel Berpirsên Wezareta Derve ya Erebistana Si'ûdî li Riyadê Kom Dibe

Îro yekşemê  12.11.2017 li avahiya wezareta derve ya Si'ûdiyê, şandeke Encûmena Niştimanî kurdî ligel hejmarek ji berpirsên wezareta derve ya Si'ûdî hevdîtinek pêkanî. şand ji berêzan Ibrahîm Biro serokê encûmenê, û Kamîran Haco serokê nivîsîngeha têkiliyên derve ya encûmenê, û Hewas Sa'dûn endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî pêk hatibû, û ji aliyê Siûdî berêzan: Osman Siwê`id balyoz û rêveberê giştî yên têkiliyên Erebî û navdewletî, û berêz Ehmed Elşêx rawêjkarê siyasî û berpirsê fayilê Sûrî li wezareta derve, û tevî hejmareke din ji alîkar û rawêjkaran amade bûn.

Û di hevdîtinê de, rewşa Sûriyê bi giştî û ya kurdî bi taybetî hate gengeşekirin, û têde nêrîn û boçûn derbarê çareseriya siyasî nêzî hev bûn, û herwiha bi dirêjahî behsa kongirê (Riyad 2) yê opozisyona Sûrî yê çaverêkirî li paytexa Si'ûdiyê li dar bikeve hate kirin.

Di heman mijarê de, aliyê Si'ûdî tekezî li ser rola ENkS'ê li ser asta niştimanî û herêmî kir, û guhdana Erebistan Si'ûdî bi têkiliyên ligel ENKS'ê û giringiya nûnertiya wê di kongirê dahatî de.

Ji aliyê xwe ve, şanda encûmenê tekezî kir li ser rola Erebistana Si'ûdî ya giring li navçeyê û beşdariya wê ya rijd ji bo dîtina çareseriya siyasî li Sûriyê, û herwiha cext li ser giringiya bihêzkirina têkikiyan ligel Erebistanê kir, û di vê çarçovê de herdu alî hevnerîn bûn li ser berdewamiya pêwendî û hevdîtinan bi awayekî ku bikevin di xizmeta berjewendiyên hevbeş de.

Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê

Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî Şandek ji Encûmena Niştimanî ya Kurd ligel Berpirsên Wezareta Derve ya Erebistana Si'ûdî li Riyadê Kom Dibe