Roja çarşembê 28.02.2018 şandek ji nivîsgeha peywendiyên Encûmena niştimanî kurdî ya ji birêz Kamîran Haco û Birahîm Biro pêk tê, li wezareta derve ya Emerîkî digel şanda wezaretê bi serokatiya birêz Îtan Koldrîş, birêveberê fermanberiya rojhelata navîn ya wezareta derve û birêz Klîfurd Haynizir serokê tîma Sûriyê ya wezareta derve ya Emerîkî, û nûnerên nivîsgeha birêz Birît Mikgork şandyarê serokatiya Emerîkî yê taybet bo hevpeymana navdewletî ji bo têkbirina tiroristiyê re civiya.
Gotûbêj li ser rewşa Efrînê û pirosesa siyasî li Cinêvê û dîtina Emerîkî ji birêveberiya wê ji herêmên ko li Sûriyê kontrol dike hat kirin.
Aliyê Emerîkî li ser çareserkirina siyasî li Sûriyê û danûstandinên li Cinêvê tekez kir ko ev danûstandin giring in û çi tiştê li ser erdê çêdibe gerek xizmeta vê pirosesê bike.
Ji hêla xwe ve şanda Encûmenê tekez kir ko dê di danûstandinên Cinêvê de berdewam bin û wê guhdanê bi kaxeza ko girûpa ji pênc dewletan ji bo çareserkirina siyasî li Sûriyê pêşkêş kirine bikin, bi taybetî ko ew nenavendiyê li Sûriyê destnîşan dike wekû çareserî ku ji vê qeyranê derkevin.
Bo dîtina Emerîkî ji birêveberiya herêma rojhelatî Feratê, aliyê Emerîkî tekez kir ko giring e ew digel Encûmena Niştimanî kurdî de bicivin, ji bo nerîna wan bibînin û tekez kir ko giring e nûnerîtiya hemû hêzên siyasî yên herêmê terazûkirî be.
Şanda kurdî tekez kir ko vegera jiyana siyasî û aramî û vegera koçberan û vegera Pêşmergeyên roj ew dabînkirina terazûyê ye li herêmê, her weha herêmên kurdî taybetiya wan ya netewî heye divê li ber çavan bête girtin.
Şanda Encûmena niştimanî kurdî di serdana xwe ya bo Emerîka dê çend hevdîtinan bi berpirsiyarin din yên birêveberiya Emerîkî re pêk bîne û her weha wê digel navendên istiratîcî yên guhdanê bi kêşeya kurdî û Sûriyê dikin bicive.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî