Duhî roja pêncşemê 27/04/2017 an, şandek ji Encûmena Niştimanî ya kurdî ku ji serokê wê berêz îbrahîm Biro û Dr Hekîm Bişar cîgirê serokê Hevbendiyê û berêz Fûad Elîko û Hewas Egîd endamên desteya siyasî ya Hebendiyê pêk dihat, ligel berêz Cîmîs Ford berpirsê fayilê Tirkiya û Îraqê li balyozxana Birêtaniya li Enqerê civiya.
Di hevdîtinê de herdu aliyan lênêrîn derbarê mijarên pêşniyarkirî pev guhertin, û lênêrînên herdu aliyan wek hev bûn, derbarê giringiya hebûna ENKSê di Hevbendiya Niştimanî û desteya bilind ya danustandinan de, û dîtin ku rewatiya siyasî ya ku ENKSê bi dest xwe ve anîye ji gelê Kurd re pir pêwîst e, herwiha dîtin ku PYDê bitenê nûnertiya xwe dike û nûnertiyê gelê kurd nake.
Û Ford tekez kir ku ew piştgiriya wê yekê dikin ku hemî pêkhateyên Sûriya û Iraqê mafê xwe yê tekûz bi dest xwe ve bînin
Û şanda ENKSê lênêrîna xwe derbarê paşeroja Sûriyê û nakokiyên di navbera ENKSê û desteya bilind ya danustandinan de derbarê belgenameya çarçova cêbicêkirinê pêşkêş kir.
Jêder: Beşê kurdî yê Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî