Rêjîma Elesed di sitratîciya rewakirina girtin û îşkencekirinê di girtîgehan de û dana parastina bêsînor ji alavên xwe yên ewlekariyê re berdewam e, her weha rewkirina bazdana ji cezayan di riya rêûresmên qanûnî re, wek mersûma hejmar 14 ya sala 1969 , û hejmara 549 ya sala 1969, û hejmara 69 ya di 2008an de derketî, û mersûmê hejmar 55 yê sala 2011an.
Û Tora Sûrî ya Mafên Mirova di rapora xwe ya duh pênşemê derketî de, tekez kir ku zêdetir ji 947 girtî hebûn, 17 jê zarok û 23 jin bûn, tîma saziyê di nîvê yekê ji sala 2020an de belge kir, û bal kişand ku ji wan girtiyên kotekî 152 di heyva hezêrana borî de bûn.
Û saziyê anî ziman ku rewşa 607 ji girtiyan bûye binçavkirina kotekî, û tekez kir ku girtina 462 ji wan girtiyan di nav de 8 zarok û 11 jin li ser destê rêjîmê bûn, û 242 di nav de 9 zarok û jinek li ser destê milîsên PYDe bûn, û raporê got ku 158 kes di nav de 8 jin li ser destê aliyin çekdar bûn, û 58 girtî di nav de 3 jin li ser destê Heyet Tehrîr Elşam bûn.
Û di raporê de hat ku rewşa 607 kesan ji hejmara 947 girtiyiyan bû binçavkirina kotekî, 314 jê li ba rêhîmê ne, û 146 li ba milîsên PYDe ne, 100 kes li ba aliyin çekdar in, û 47 li ba Heyet Tehrîr Elşam in.
Û raporê bal kişand ku di heyva hezêranê de, ne kêmtir ji 152 kesî, di nav de 2 zarok û 6 jin hatin girtin, û got ku 88 kes ji wan girtiyan bûn binçavkiryên kotekî.
Û raporê diyar kir ku rêjîma Elesed di heyva borî de 76 kes girtine, jinek di nav wan de hebû, û ji wan 43 bûn binçavkiryên kotekî, û 47 di nav de 2 zarok û jinek bi destê milîsên PYDe hatin girtin, 29 jê bûn binçavkiriyên kotekî, û raporê 17 girtiyên li ser destê aliyin çekdar, 2 jin di nav de hebûn, rewşa 9 kesan ji wan bû binçavkirina kotekî tomar kiriye, her weha Heyet Tehrîr Elşam 12 kes girtin di nav de 2 jin hebûn, û rewşa 7 kesan ji wan bû binçavkirina kotekî.
Û raporê pêwîstî da pêkanîna komîteyeke bêalî ji hêla Netewên Yekbûyî û aliyên ku hevpeyvînên aştiyane li xwe girtine ve, jibo çavdêriyê li rewşa binçavkiriyên kotekî bike, û kar ji bo diyarkirina çarenûsa 98 hezar binçavkirî li Sûriyê bike, û eşkere kir ku 85% ji wan li ba rêjîma Elesed in.
Û Tora Mafnasî di rapora xwe de daxwaz ji berpirsê doseya girtiyan di Ofîsa Şanderê Navnetewî kir, ku doza girtiyan di civînên Cinêvê yên tên de têkeve di xişteya kar de, û cextî li ser pêwîstiya serbestberdana zarok û jinan kir, û girtina malbat û dostan wek rehînên cengê rawste.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî