Saziyeke mafnasî di raporeke xwe de, doh sêşembê, diyar kir ku kesayetiyin mezin ji rêjîma Esed bi hemî kiryarên êşkence û kuştina bêgunehan di girtîgehên rêjîmê de agahdar bûn.
Û di rapora Navenda Sûrî ya Dad û Lêpirsînê SJAC de, ya bi navê “ Dîwar bi Guh in” de hatiye ku bilindtirîn pileyên rijêmê bi girtina bê sedem ya jin û zarokan agahdar bûn, û wan hişt ku hêza kujer dijî sivîlan bikar were.
Û navendê di rapora xwe de pal dabû ser analayzekirina kopiyên bi hezaran ji belgeyên saziyên rêjîmê li hejmarek ji parêzgehên Sûrî, û ji bo vê pişkinîna ceribandinê navendê nimûne herî kêm ji 5 hezar rûpelî ji tevaya belgeyên ku li rex wan hene bijartine, ên ku di 438 rûpelan de parastî ne.
Û raporê dotiye ku “hejmarek mezin ji rûpelan diyar dikin ku berpirsyarin desthilatê yên dezgehên ewlekariyê yên din çavdêrî dikirin, û bi kêmanî 3 rûpelên ku Navenda Sûrî li wan vegeriyaye; tomarkirina axaftinên di navbera berpirsên dewletê bûn, û ew rûpel diyar dikin ku rêvebirî û şaxên wan bi dizî li hev guhdarî dikirin û nivîsên axaftinan pev re parve dikirin”.
Û raporê bal kişand ser ku ew belgeyên kom bûne û analayze kirine, diçesipînin ku dezgehên ewlekariyê axaftinên peywendiyên rikberên rijêmê tomar kirine, û kiryarên di hundurê dezgehên ewlekariyê eşkere dikin.
Û belge diyar dikin ku ji roja xwepêşandan li Sûryê dest pê kirine, rêvebiriya ewlekariya leşkerî ferman da ji bo bilindkirina asta amadebaşiyê û “ aktîvkirina guhbelan li tevaya deverên welat , û her weha di rûpeleke din de biryara çandina guhbelan di xwepêşandanan de hatibû, ji bo jiberhevhistina wan, û mukurhatin hebûn ku dezgehên ewlekariyê palê didin ser sîxuran ji bo bidestxistina navên kesên di xwepêşandanan de beşdar dibin”.
Û di belgeyên ku ji aliyê navendê ve hatine analayzekirin de, dosyanin ku wek wan tine ne ên mîkanîzma çêkirina biryarên rijêmê di wan de hene, ew ne tenê binpêkirinên metirsîdar ji mafên mirovan re diyar dikin, lê belê ew asta destêwerdana van dezgehên ewlekariyê di jiyana xelkên Sûrî de eşkere dike.
Û rapor roniyê dide ser nîşanin xurt ên ku rijêma Esed bi tewanên cengê û binpêkirinên metirsîdar ji mafê mirovan re tohmetbar dikin, û berpirsên pilebilind ji dezgehên ewlekariyê di van belgeyan de mukur tên ku zarok hatine girtin, û her weha kêmnetewin jî hatine çewisandin, û karwanê alîkariya bi mebest hatine derengxistin û riya wan hatiye guhertin.
Û rêvebirê cîbicîkar ê Nvenda Sûrî ya Dad û Lêprsînê , Muhemed Abdullah, amaje dike ku kiryarên hêzên ewlekariyê li Sûriyê ji aliyê sûriyan ve naskirî ne, lê ev cara yekemîn e di dîroka Sûryê de ku nîşanên derheqê bilindtirîn pileyên rêjîmê hene, tewanbarbûna bilintirîn asatên rijêmê bi binpêkirinên mezin ji mafê microvan re, her wekî bi nivîsa destê van berpirsên rijêmê bi xwe diyar dike.
Û el-Abdella bangê dide şanderê taybet ê NY li Sûriyê , Geir Pederson, ji bo pêşindeyê bide çaksaziya rasteqîn di warê ewlekariyê de, di riya tevlêkirina destdanîna Sivîlan li ser saziyên Ewlekariyê, û dûrxistinavan hêzan ji jiyana sivîl.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê yaHevbendiya Niştimanî ya Sûrî