Friday, 09 August 2019 00:32

Sê Sivîlan di Encama Teqînekê de li Efrînê Jiyana Xwe ji Dest Dan

Li navenda bajarê Efrinê , îro pêncşembê 8/8/2019 motosîkleke bombekirî teqiya, di encamê de zarokek û du welatiyên sîvîl jiyana xwe ji dest dan û 11 kesên din jî birîndar bûn.

Çalakvan Mihmed Hesen ji malpera me re ragihand ku di encama teqîna motorsîklekî bombekirî de li hindir bajarê Efrînê zarokekî û du welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 11 kesên din jî birîndar bûn.

Hesen tekez kir ku xelkê hatî kuştin û birîndar bûn hemû sivîlbûn û got: Diyarbû ku armanca teqînê kuştin û tirsandina xelkê ye.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî Sê Sivîlan di Encama Teqînekê de li Efrînê Jiyana Xwe ji Dest Dan