Sê zarokan li bajarê Tirbespiyê ji encama teqîna otombîleke bumbekirî roja Çarşemê 7-8-2019 jiyana xwe ji dest dan.
Peyamnêrê malpera Hevbendiyê li parêzgeha Hesekê diyar kir ku otombîleke bumbekirî li hember navenda berîdê teqiya, û di encamê de Sê zarokan jiyana xwe ji dest dan .
Li gor peyamnêrê me ragihand, teqîn pir mezin bû, û ziyaneke mezin gihand deverê, lê ya baş ew bû ku çûn û hatina li wê dever kêm e.
Tê zanîn ku di dema dawî de teqînên bi vî awayî li parêzgeha Hesekê zêde bûne, û ji ber wilo nearamî li seranserî parêzgehê peyda bûye, û metirsî di nav welatî û neşteciyên parêzgehê de belav bûye, bi taybetî di vê demê de ku welatî amadkariyên Cejna Qurbanê dikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî